Şêx El Rahhal: Em ê welatê xwe biparêzin
Şêxê qebîleya Welda ya eşîra El Elî, Remezan El Rahhal got, divê her kes li ber dagirkeriya Tirk rabe û bi QSD'ê re tevbigere.
Şêxê qebîleya Welda ya eşîra El Elî, Remezan El Rahhal got, divê her kes li ber dagirkeriya Tirk rabe û bi QSD'ê re tevbigere.
Şêx Remezan El Rahhal ji Sûriyeyiyan xwest ku xwe ji dewleta Tirk vegirin, hevkariya pê re red bikin û bang li her kesên ku karin rahêjin çekan kir: "Şerê li dijî dagirkeran erka sereke ye. Xaka xwe biparêzin, ji ber ku xaka we rûmeta we ye."
Ji qebîleya Welda ya eşîra El Elî Şêx Remezan El Rahhal têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANF'ê re axivî.
Şêx Remezan El Rahhal anî ziman ku dewleta Tirk bi salan e her cûre rêbazên şer li ser xaka Sûriyeyê diceribîne û got, "Her cûre çek bi kar anî. Bi dagirkirina herêmên me re demografî guhert. Xwezaya me talan û wêran kir. Pereyê xwe li van herêman ferz kir û pereyê Sûriyeyê ji holê rakir. Qadên dîrokî yên Sûriyeyê bi destê wan hate xerakirin û gelek berhemên dîrokî hatin tunekirin."
XWE JI DEWLETA TIRK VEGIRIN
Şêx Remezan El Rahhal diyar kir ku xaka Sûriyeyê ji Derya Spî heta bi sînorê Iraqê, ji sînorê Urdunê heta bi sînorê Tirkiyeyê yek e û anî ziman ku dewleta Tirk bi deh hezaran Sûriyeyî ji xwe re kir leşker û ji şêniyên Sûriyeyê sîxur ji xwe re çêkir.
Şêx Remezan El Rahhal bi dewamî got, "Bİ hezaran ciwan ji bo parastina welatê xwe canê xwe feda dikin. Ev zarok zarokên eşîrên vê xakê ne, zarokên vî gelî ne, lê belê dewleta Tirk bi rêya ajanan zarokên me qetil dike. Kesên ku ji xwe re dikin ajan, dibin hevparê kuştina xwişk û birayên xwe. Ev sîxur bila vê yekê zanibe, dewleta ku te kiriye ajan wê rojekê malbata te, xwişk û birayên te, dayik û bavê te, eşîra de bikuje. Yên ku agahiyên didin dewleta Tirk xayin in. Ev yek sûcê herî giran e û divê bêceza neyê hiştin. Xwe ji dewleta Tirk vegirin."
EM Ê LI BER DEWLETA TIRK RABIN
Şêx Remezan El Rahhal xwest ku heta ajanekî bi tenê jî li vê xakê nemîne bila QSD operasyonên xwe dewam bike û got, "Weke eşîr, em ê heta dawiyê bi QSD'ê re bin, hem xwe biparêzin,
hem jî gelê xwe biparêzin. Li dijî faşîzma dewleta Tirk û hevkar û sîxurên wan em ê têkoşîneke mezin bimeşînin. Bang li her kesên karin rahêjin çekê bikin, dikim: şerê li dijî dagirkeran erka sereke ye. Her wiha li gorî Îslamiyetê rabûna li ber dagirkeran û rahiştina çekê, parastina xaka xwe ferz e. Her kes ê kare rahêje çekê divê xaka xwe biparêze û li gel QSD'ê cih bigire. Ev xak xaka we ye û rûmeta we ye."
Şêx Remezan El Rahhal bang li alimên olî, dewletên Yekîtiya Îslamê û Yekîtiya Ereb jî kir û got, "Dewleta Tirk rijandina xwîna gelê Sûriyeyê li xwe helal kiriye. Gelo hûn ê hîn jî li hemberî vê yekê bêdeng bimînin?"