Dewleta Tirk a dagirker bombeyan Şehbayê dibarîne
Artêşa Tirk a dagirker serê sibehê bombardûman li navçeya Til Rifet û gundên Hesacik û Wehşiyê yên Şehbayê kir.
Artêşa Tirk a dagirker serê sibehê bombardûman li navçeya Til Rifet û gundên Hesacik û Wehşiyê yên Şehbayê kir.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, qadên navbera gundên Hesacik û Wehşiyê yên kantona Şehbayê bi çekên giran ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatin bombekirin.
Dagirkeran di heman demê de êrîşî navenda navçeya Til Rifetê ya Şehbayê kirin.
Hate ragihandin ku heta niha nêzî 10 guleyên obusê li herêmê ketine.
Li ser encamên vê êrîşê agahî bi dest neketin.