Hemleya Ewlekariyê ku bi pêşengiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, QSD, YPG/YPJ’ê di 25’ê Tebaxê de hatibû destpêkirin didome.
Bi sedan endam û şervanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn tevlî pêngavê bûn. Di roja pêncemîn a operasyonê de saet di 05:00’an de li beşa duyemîn a ku penaberên Iraqî lê diman, dest pê kir.
Piştî lêgerînê, malbatên penaberan û yên çeteyên DAÎŞ’ê ji bo tespîtkirina nasnameyan şandin navendên diyarkirî.
Di lêgerînan de gelek belge û pereyên ku çeteyên DAÎŞ'ê di bin konan de veşartibûn, hatin dîtin.
Her wiha gelek telefon, xetên telefonê yên Iraqê û kompîtur jî hatin desteserkirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo lêpirsînê gelek gumanbar destgîrkirin. Gelek konên vala yên hatin tesbîtkirin hatin rakirin.
Xebata lêgerîn û paqijkirina beşa duyemîn bi qasî çar saetan dewam kir. Di beşa sêyem de jî ku penaberên Iraqî lê dimînin jî kar dest pê kiriye.
Her wiha 37 konên ku çeteyên DAÎŞ`ê wekî cihên perwerdeyê û dadgehên şerî yên êşkence û kuştinê bi kar dianîn, hatin rakirin û 12 gumanbar hatin destgîrkirin.
"Hêzên me di roja 4`emîn a qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de operasyonên paqijkirin û lêgerînê li beşa duyemîn bi dawî kirin. Her wiha 12 kesên biguman girtin ku 5 ji wan li xwe mikur hatin ku girêdayî DAÎŞ`ê ne. Lêpirsîn bi kesên din re berdewam e.
Her wiha 37 konên ku çeteyên DAIŞ`ê wekî cihên perwerdeyê û dadgehên şerî yên îşkence û kuştinê bi kar dianîn, hatin rakirin."
Di 3 rojên ewil ên hemleyê de bi dehan gumanbar hatibûn destgîrkirin.