23 kes hatin destgîrkirin

Di roja 5'an a Pêngava Ewlekarî û Mirovî de 23 kes hatin destgîrkirin. Her wiha 23 konên ku ji aliyê DAÎŞ'ê ve weke cihê perwerde û darizandinê dihatin bikaranîn hatin rakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser Pêngava Ewlekarî û Mirovî ya li Kampa Holê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Hêzên me di roja 5'an a qonaxa duyemîn a Pêngava Ewlekarî û Mirovî de 23 kesên biguman ên girêdayî DAÎŞ'ê girtin. Kesên hatin girtin di lêpirsînê de ne.

Her wiha 23 konên ku çeteyên DAÎŞ'ê wekî cihên perwerdeyê û dadgehê bi kar dianîn, hatin rakirin.

Tunelên ku endamên şaneyên terorîst ên DAÎŞ'ê jî ji bo veşartinê bi kar dianîn, hatin dîtin.

Di heman demê de kompîturek, 8 telefonên destan û tablêtek ku bi rêbazên cuda di nav konan de hatibûn veşartin, hatin desteserkirin."