Li Kampa Holê sê kesên ku hewl dan birevin, hatin girtin
Hêzên Ewlekariya Hundir a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Kampa Holê sê kesên ku hewl dan birevin, girtin.
Hêzên Ewlekariya Hundir a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Kampa Holê sê kesên ku hewl dan birevin, girtin.
Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya ku Hêzên Ewlekariya Hundir bi piştgiriya QSD, YPJ û YPG’ê di 25’ê Tebaxê de dayî destpêkirin, didome.
Bi sedan endam û şervanên Hêzên Ewlekariya Hundir tevlî pêngavê bûn. Roja pêncemîn a pêngavê, li gorî saeta herêmî di 05.00’an di qada duyem a ku koçberên Iraqî lê dimînin dest pê kir. Di lêgerînên nêzî 5 saetan de, gelek kelûpelên aîdî DAÎŞ’ê hatin desteserkirin. Piştre operasyon li beşa sêyem dewam kir.
Li beşa sêyem a ku koçberên Iraqê lê diman, sê kesên ku hewl dan birevin, hatin girtin. Her sê kes ji bo lêpirsînê birin navenda ewlekariyê.
Di roja 28’ê Tebaxê ango roja çaremîn a pêngavê de, 37 konên kesên alîgirên çeteyan hatin rakirin û 12 kesên guman li ser wan hene, hatibûn destgîrkirin.