Fermandarê Giştî ya Hêzên Şemal El-Dîmoqratî Ebo Omer El-Idlibî li ser rewşa dawî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û her wiha li ser têkiliya di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikûmeta Şamê ji ANF’ê re axivî.
Idlibî diyar kir ku dewleta Tirk hîn bûye dosyaya Sûriyeyê li gorî berjewandiyên xwe îstismar bike û wiha got, “Ji qonaxekê derbasî qonaxeke xeternaktir dike. Rola niha ya Tirkiyeyê, piştî destpêkirina şerê Rûsya û Ukraynayê ber bi têkçûnê ve diçe. Ji ber wê niha hewl dide ku barê penaberên Sûriyê li ser milên xwe sivik bike û sermayeguzarî û şantajê li welatên cîhanê bi taybet Yekîtiya Ewropayê dike. Bi milyaran dolar fon ji bo penaberan tên dayîn. Dewleta Tirk li beramberî pêşî girtina sînoran li ber pêlên penaberan, hem destekê digire hem jî penaberan di bin banê 'artêşa niştimanî' de di êrîş û şerê xwe yê berfireh de li Lîbya, Azerbaycan û Bakurê û Rojihlatê Sûriyeyê bikar tîne. Ji bo pêkanîna siyaseta guhertina demografîk, perçekirina tevna civakî ya niştimanî ya Sûriyeyê û projeya rêveberiya xweser dike hedef.”
'ERDOGAN DIXWAZE HEVPEYMANA EDENEYÊ NÛ BIKE'
Idlibî destnîşan kir, ku ji bo ku desthilatdar Erdogan herêmên ku dagirkiriye berfireh bike, dixwaze hevpeymana Edeneyê nû bike û wiha dewam kir, "Şertên Enqereyê ji bo normalîzekirina bi Şamê re, pêkanîna Peymana Edeneyê ye, ku di sala 1998'an de di navbera Enqere û Şamê de hatibû îmzekirin. Bêguman Tirkiye piştî destpêkirina şerê li Ukraynayê têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re, li gorî berjewandiyên wan pêk anî. Rûsya jî dibîne ku peymana Edeneyê ku di sala 1998’an de hat îmzekirin, li şûna tevgera leşkerî ya rasterast, hewcedariyên hikumeta Erdogan pêk tîne. Li vir divê em diyar bikin ku bendên peymana Edeneyê neheqiyeke li dijî gelê me ye û êrîşek rasterast li dijî gelê me û axa me ya Sûriyeyê ye. Tirkiye bi rêya wan hewl dide dagirkeriya xwe li seranserê Bakurê Sûriyeyê û bi kûrahiya 30 km pêk bîne û berfireh bike. Bi hincetên xwe yên asayî derbarê parastina ewlekariya niştimanî ya Tirkiyê de û wê hewl dide ku vê dagirkeriyê bi rêya avakirina bajarokan û niştecihan rewa bike.”
'ARMANCA SEREKE YA ÊRÎŞÊN ERDOGAN, TÊKBIRINA PROJEYA RÊVEBERIYA XWESER E'
Ebo Omer El-Idilibî da xuya kir ku ew sedema êrîşên li ser projeya Rêveberiya Xweser dizanin û wiha dewam kir, “Sedema sereke ya van hemû êrîşan ji holê rakirina projeya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ji ber ku Tirkiye dijminatiyeke kevnar li dijî gelên herêmê nîşan dide. Ev dijminatî ji Împeratoriya Osmanî heya niha dewam dike, ev dijminatî komkujiyên bi xwîn û koçberkirina niştecihên li herêmê pêk aniye. Ev gotina ku niha em dikin li gel Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan belgeyên wan hene."
'BI ERÊKIRINA DYE Û RÛSYAYÊ EV ÊRÎŞ PÊK TÊN'
Idlibî her wiha anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker piştgirî ji welatên Ewropayê digire û wiha axivî, “Dewleta Tirk her roj bi balafirên bêmirov ên biçek bombeyan li herêmê dibarîne, komkujî pêk tîne. Li hemberî vê komkujiyê xemsarî û hevkariya garantorên Rûsya û Emerîkayê dertê holê. Dewleta Tirk ji bo êrîşên xwe li dijî herêmên me li ber çavê welatên cîhanê pêk bîne, wê bazirganî û siyaseta şantajê dewam bike. Ew dixwazin qadên DAÎŞ’ê berfireh bikin, sîxûran li herêmê bicih bikin. Armanca êrîşan tevahî projeya me ya demokratîk e.”
'BI BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNA GEL EM Ê BI SERBIKEVIN'
Fermandarê Giştî ya Hêzên Şemal El-Dîmoqratî Ebo Omer El-Idlibî destnîşan kir ku ew bi saya berxwedan û têkoşîna gel heya niha li ber xwe didin û wiha domand, “Heya ku gelek wiha xwedî baweriya serketinê be, teqez em ê bi serbikevin. Gelê me yên li herêma Şehbayê bi taybetî, di encamên ambargoyên aborî, bombebaranên dijwar û balafirên keşfê ku her roj li esîmana herêmê digere, gelekî mexdûr bûye. Lê ligel her şert û mercên zehmet, berxwedaneke bêhempa nîşan dide. Ne tenê herêma Şehba, tevahî herêmên me di bin dorpêç û êrîşan de ye. Em ê axa xwe terk nekin û xwedî li ked û şehîdên xwe derkevin.”
Idlibî got, “Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi artêşa Sûriyê re li ser rola wê ya qaşo di parastina sînoran de li gor pîvanên navdewletî yên ku ji aliyê Neteweyên Yekgirtî ve hatine pesendkirin, tevdigere. Ji ber wê em dilsozê gelê xwe û şehîdên xwe ne û ji ber vê yekê jî cihê ti rêkevtinê xemsariyê nemaye. Ji ber ku em ji gelê xwe ne û ji bo gelê xwe ne. Em ji gel, nirx û prensîbên neteweyî yên Sûriyeyê sûdê werdigirin."
Idlibî anî ziman ku yên ku navên xwe kirine muxalefet bi tu awayî muxalefeta Sûriyeyê ya niştimanî temsîl nake û got, “Lê bi awayekî mecazî bi vî navî tên naskirin. Di rastiyê de tenê amûrek in bi destê hikumeta Erdogan tên rêvebirin. Ji ber wê her gavekê ku Tirkiyeyê davêje tê de rewabûnê dibînin. Endamên opozîsyonê piranî di rêxistina Îxwana Mislimîn de cih digirin. Ji ber wê Erdogan weke xîlafetekî ku tu carî şaştiyan nake, dibîne."
'EM Ê NE TENÊ DI ASTA PARASTINÊ DE BIN'
Fermandarê Giştî ya Hêzên Şemal El-Dîmoqratî Ebo Omer El-Idlibî di dawiyê de ev tişt got, "Em weke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) tenê di asta bersivdayîna topbaranan de namînin. Me gelek caran çalakiyên bi bandor di pêvajoya parastina rewa de li dijî dagirkeriya dewleta Tirk lidar xistin. Her wiha me gelek dîmen ji bo belgekirina wan çalakiyan ji raya giştî re jî parve kir. Her wiha em weke Hêzên Sûriyeya Demokratîk xwedî gelek planên xweparastin û bersivdayîn ne. Em ne li gorî refleksan tevdigerin, li ku pêwîstî hebe, li wir bersiva pêwîst em didin. Wê her tim çalakiyên me yên xweparastinê dewam bikin. Ji ber armanca me ya yekemîn di vê demê de rizgarkirina herêmên ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ne. Niha di vê demê de Hêzên Sûriyeya Demokratîk li hemberî çar dijminan di heman demê de şer dike. Yê yekemîn çeteyên DAÎŞ'ê ne yên ku endamên wan ji herêmên ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne. Yê duyemîn jî çeteyên girêdayî dewleta Tirk in ku niha bi destê istixbarata Tirk tevdigerin. Yê sêyemîn jî sîxûrên ku dewleta Tirk a dagirker di nav gelê me de bicih kirine ku pêşeng û gelên herêmê dike hedef. Yê çaremin jî dewleta Tirk a sereke ku bi hemû teknîkên xwe li dijî gel şer dike. Ji ber wê hêzên me Hêzên Sûriyeya Demokaratîk barê wan giran e. Lê bi saya coş û bawariya gelê berxwedêr ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em ê bi serkevin û jiyaneke azad û bi rûmet bijîn."