ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
YPG'ê nasnameya 6 şehîdan eşkere kir
Navenda YPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameya 6 şervanên xwe yên ku li cih û di demên cuda yên Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir. -
Li El-Cezrayê ala çeteyên DAIŞ'ê hate daxistin
Şervanên QSD'ê, li gundê El-Cezra yê li rojavayê Reqayê, ala çeteyên DAIŞ'ê daxistin. -
Cenga mezin a li Reqayê: Şervan ketin nava taxeke din
Şervanên ku taxa El Meşleb a li eniya rojhilat rizgar kirin, ketin taxa Sabahiye ya li rojavayê Reqaniyê. -
Taxa El Meşleb a Reqayê bi temamî hate rizgarkirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Reqayê yekemîn tax rizgar kirin. 2 maşîneyên bombebarkirî hatin îmhakirin. -
Şehîdên Reqayê li Hesekê hatin veşartin
3 şervanên di operasyona rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li Hesekê hatin veşartin. -
Gavên lehengiyê yên pêngava Reqayê
Hêzên QSD'ê, piştî şerekî 50 rojî bajarê Tebqayê û Bendava Firatê ji çeteyan paqij kirin. Şervanan roja 4'ê Hezîranê jî Bendava Azadî rizgar kirin. -
Karîkaturên li ser berxwedana Kobanê êdî bi Elmanî ne
Karîkaturên Mîchele Rech ê ji Îtalyayê (Zerocalcare), ku qala berxwedana Kobanê dikin, bi zimanê Elmanî jî hatin çapkirin. -
Şervanên QSD'ê gundên Ebû Asî û Mişêrfa jî rizgarkirin
Hêzên QSD’ê li bakur rojavayê Tebqayê gundên Ebû Asî, Mişêrfa û depoyên genim ji çeteyan rizgar kirin. -
Tumena 17’emîn a dikeve bakurê Reqayê hate rizgarkirin
Baregeha 17’emîn a dikeve bakurê Reqayê, ji aliyê şervanê QSD’ê ve hate rizgarkirin. -
Li Taxa El-Meşleb wesayîteke bombebarkirî ya çeteyan hate rûxandin
Li Taxa El-Meşleb a Reqayê wesayîtekî bombebarkirî ji aliyê şervanên QSD'ê ve hate rûxandin. -
Li Efrînê welatî bi daxwaza azadiya Ocalan meşiyan
Welatiyên navçeyên Mabeta û Raco yên Efrînê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek lidar xistin. -
NÛ BÛ- Di êrîşên li Şehba û Efrînê de 25 çeteyên Tirkan hatin kuştin
Di êrîşên li ser herêma Şehba û Kantona Efrînê de 25 çeteyên girêdayî artêşa Tirk hatin kuştin. -
Dîmenên şerê Reqayê
Şervanên QSD’ê li Reqayê bi pêş ve diçin. Li taxa El Meşlebê ya li rojhilatê Reqayê şerekî giran rûdide. -
Di teqîna mayînê de 5 zarokan jiyana xwe ji dest dan
Li bakurê bajarê Êyn Îsa di encama teqîna mayeke çeteyan a ji berê de çandibû, 5 zarokan jiyana xwe ji dest da, 2 zarok birîndar bûn. -
Helbestvana ji Reqayê: Dema min pêngav bihîst, ez giriyam!
Helbestvan û wênesaza ji Reqayê Jala Hamzawî, ku berî niha bi 20 rojan ji zilma DAIŞ'ê reviya got, "Tenê xeyaleke min heye. Dixwazim li ber Kûleya Saetê ya li navenda Reqayê rûnêm û wêneyekî saz bikim." -
Şehîdên Pêngava Xezeba Firatê hatin veşartin
Sê şervanên QSD'ê yên di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bûn, li gundê Cezra yê Hesekê hatin veşartin. -
200 hezar mêvanên gelê Minbicê hene
Gelê Minbicê ku bi xwe penaber bûbû, niha 200 hezar mirovên ji zilma DAIŞ'ê û dewleta Tirk reviyane vedihewîne. -
Çekên artêşa Tirk li Reqayê jî hatin dîtin
Çekên ku dewleta Tirk dan çeteyên DAIŞ'ê, li Reqayê bi dest ketin. -
Çend wêne ji Reqayê...
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di nava Reqayê de bi pêş ve diçin. -
Artêşa rejîma Sûriyeyê êrîşî cihên QSD'ê kir
Rejîma Sûriyeyê bi çekên giran êrîşî cihên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên li başûrê bajarokê Meskeneyê kir. -
Şêniyên Şehbayê qala hovîtiya çeteyên Tirk kirin
Kurdên li herêma Şehbayê yên bi zorê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatine derxistin gotin, çeteyên Mertala Firatê diziyê dikin, dest datînin ser malê wan û Erebên ji Hûms, Reqa û Şamê li cihê wan bi cih dikin. Gundî hawara xwe digihînin hêzên QSD'ê. -
Li Reqayê gelek sîvîl hatin rizgarkirin
Şervanên QSD’ê yên ku li Taxa Mişlebê ya Reqayê bi pêş ve diçin gelek sîvîl rizgar kirin. -
Li Şedadê cenazeyên 5 şervanên azadiyê hatin veşartin
Welatiyên bajarê Hesekê cenazeyên 5 şervanên QSD′ê yên ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, li herêma Şedadê veşartin. -
Li Efrîn 3’emîn tugaya leşkerî hate avakirin
Fermandariya Kantona Efrînê bi beşdariya 236 şervanan îlana 3. Tugayê ragihand. -
Dewleta Tirk li Şehbayê komek çeteyên din ava dike
Dewleta Tirk, polîtîkayên xwe yên dagirkirinê didomîne. Dewleta Tirk a ku li herêma Şehbayê komekî din a çete ava dike, êrîşî qadên hatî azadkirin dikin.