Taxa El Meşleb a Reqayê bi temamî hate rizgarkirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Reqayê yekemîn tax rizgar kirin. 2 maşîneyên bombebarkirî hatin îmhakirin.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Reqayê yekemîn tax rizgar kirin. 2 maşîneyên bombebarkirî hatin îmhakirin.
Cenga Mezin a rizgarkirina Reqayê di roja 4'an de ye.
Şervanên QSD'ê şevê din li taxa El Meşleb pêş de çûn. Di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ de şerê dijwar rû da. Di şer de herî kêm 20 çete hatin kuştin. Di encama şer de ber destê sibehê taxa Meşleb bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin.
Li taxa rizgarkirî şervanan dest bi xebata lêgerinê û bêbandorkirina mayinan kirin.
Li baskê rojavayê bajar jî şevê din şer dijwar bû. Li qada El Cezra çeteyên DAIŞ xwestin bi maşîneyên bombebarkirî erîşî noqteyên şervanan bikin. Şervanan 2 maşîneyên bombebarkirî îmha kirin. Pişti bêbandorkirina maşîneyên bombebarkirî şervanan li heman qadê kargehek a maşîneyên bombebarkirî lê dihatin amadekirin dîtin û ev der îmha kirin.
Şervan ber bi navenda Reqayê ve her bi pêş ve diçin.