Li Efrînê welatî bi daxwaza azadiya Ocalan meşiyan
Welatiyên navçeyên Mabeta û Raco yên Efrînê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek lidar xistin.
Welatiyên navçeyên Mabeta û Raco yên Efrînê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek lidar xistin.
Kongreya Star li Efrînê bi çakakiyên xwe yên şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dewam dike. Di vê çarçoveyê de bi sedan welatiyên navçeyên Mabet û Reco meşek lidar xistin.
Gel li qada gundê Bedîno yê girêdayî navçeha Mabeta kom bûn, wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên ″Azadiya Ocalan azadiya tevahî mirovahiyê ye″ û ″Em bêdengiya Komîteya Ewropa ya Têkoşîna li dijî Tundiyê şermezar dikin″ vekirin.
Meş bi dirûşemeya ″Bê Serok jiyan nabe″ destpê kir, li kolanên gund geriya û li pêşiya Şaredariya Gel rawestiya. Destpêkê deqeyek rêz hat girtin, piştre daxuyaniyek ji aliyê Kongreya Star ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em weke Kongreya Star heta azadiya Ocalan em ê çalakiyên xwe bidomînin. Bi tecrîdê re hewl didin têkiliyên Ocalan û gel ji hev qût bikin. Bi saya felsefe û ramanê Ocalan hemû planên dijmin vala derketin. Niha Rojava û Bakurê Sûriyeyê azad dibe, pêkhateyên herêmê di bin sêwana projeya Netewa Demokratîk de, yekîtiya xwe ava dike.
Dîsa hate destnîşankirin ku heta Ocalan azad bibe wê jin li qadan têkoşîna xwe bidomîne û di nava çalakiyan de bin.
Meş bi dirûşmên azadiya Ocalan ve bi dawî bû.