ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Silo: Armanca me ev e ku em di demeke kin de Reqayê azad bikin
Berdevkê QSD’ê Silo got ku, armanca me ev e ku em di demeke kin de Reqayê azad bikin û diyar kir ku gelek kom piştgiriyê didin pêngavê. -
250 şervanên din jî tevlî QSD'ê bûn
Li Akademiya Şehîd Diyab Xanim, 250 şervan piştî qedandina dewreya perwerdê, bi merasîmekê tevlî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bûn. -
Şervan li Reqa bi pêş ve diçin: 75 çete hatin kuştin
Li taxên El Meşleb ê li rojhilatê Reqayê û El-Cezra a li rojavayê Reqayê şerekî giran heye. Ji doh êvarî ve di şer de 75 çete hatin kuştin. -
Koçberên li kampa Tebqayê alîkarî xwestin
Rewşa koçberên ku li kampa bakurrojavayê Tebqa dijîn ne baş e. Koçberan alîkarî xwestin. -
YPG'ê bersiv da: 5 çeteyên artêşa Tirk hatin kuştin
Çeteyên li Kantonên Efrîn û Kobanê êrîşî çeperên YPG'ê kirin, derbên giran xwarin. Di encama bersiva YPG/YPJ'ê de 5 çeteyên artêşa Tirk hatin kuştin. -
Çeteyên Tirk ên ku bi ser Şehbayê de girtin hatin kuştin
Hêzên Ceyş El Siwar li Şehbayê panzêreke bi tîpa BMB ya çeteyên Tirk rûxand, 11 çete hatin kuştin. -
Dewleta Tirk li Şehbayê nêçîra Kurdan dike
Dewleta Tirk û çeteyên bi ser ve nêçîra Kurdan da destpêkirin. -
Li Şeddadê kooperatîf tên avakirin
Li Şeddadê, di çarçoveya koperatîfan de firneke nan hate vekirin. Gelê herêmê ji vê firnê sûdê werdigire. -
237 ciwanên din jî beşdarî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bûn
237 ciwanên Minbicê yên ku dewreyên perwerdeyê didîtin, piştî qedandina perwerdeyê beşdarî nava refên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bûn. -
Kela Til Harkalah jî ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin
Şervanên QSD’ê ji milê rojava ve jî gihîştin bajarê Reqayê û Kela Til Harkalah ji çeteyên DAIŞ’ê rizger kirin. -
Artêşa Tirk a dagirker cardin agir berda zeviyên çandiniyê
Artêşa Tirk a dagirker vê carê agir berda zeviyên çandiniyê yên Gundê Sroka ya navçeya Raco a girêdayî Kantona Efrînê. -
Li Kobanê cenazeyên du şervanên azadiyê hatin veşartin
Welatiyên Kantona Kobanê cenazeyê şervanê YPG’ê Elî Dawud (Agirî Zagros) û şervana YPJ’ê Royal Elî (Awaz Ferman) ên ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristan Şehîd Dîcle veşartin. -
‘YPJ di azadkirina Reqayê de wê bibe hêza pêşeng’
Zozan Kobanê ya ku fermandara jin a Pêngava Xezeba Firatê ye got ku, em ê di rizgarkirina Reqayê de rolekî pêşeng werbigirin û rizgarkirina Reqayê diyarî hemû jin û gelan bikin. -
Şervan ketin bajarê Reqayê
Şervanên QSD'ê ji milê rojhilat ve ketin taxa Almashalab a bajarê Reqayê. -
Berdevkê QSD’ê bersiv da pirsên li ser Reqayê
Berdevkê QSD’ê Telal Silo got ku, ji bo bidawîbûna operasyona Reqayê dîrokek nehatiye diyarkirin. Meclîsa Sîvîl a Reqayê jî got ku “Wê QSD soza xwe bi cih bîne.” -
Artêşa Şoreşgeran li çeteyên Tirk xist
Li herêma Şehbayê, gelek çeteyên ser bi dewleta Tirk hatin kuştin. Li herêma navbera bajarokên Marî û Şêx Îsa jî derb li wesayîteke çeteyan hate xistin. -
QSD'ê ragihand: Cenga Mezin dest pê kir
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk, bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku ew îro mizgîngiya Şerê Mezin ê ji bo rizgarkirina bajarê Reqayê didin. Fermandariye diyar kir, hêzên wan bi moral û amadekariyeke xurt ji bo vî şerî amade ye. -
Pêngava Rizgarkirina Reqayê dest pê kir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk dest bi 'Pêngava Rizgarkirina Reqayê' kirin. -
Operasyona dîrokî ya Reqayê bi awayekî fermî dest pê dike
Hêzên Sûriyeya Demokratîk, wê li ser rizgarkirina Reqayê ji dagirkeriya DAIŞ'ê, daxuyaniyeke dîrokî bide. -
Hevkariya Tirk-Fars a li Şehbayê
Fermandarê Giştî yê Artêşa Şoreşgeran Hecî Ahmed diyar kir, Tirkiye li herêma Şehbayê hevkariyê bi Îran, Rûsya û rejîma Baasê re dike. -
Pêngava Xezebat Firatê: 4 gundên din jî hatin rizgarkirin
Di Pêngava Xezeba Firatê de, îro 4 gundên dikevin bakurê Rojavayê Reqayê hatin rizgarkirin. -
Zêdetirî 420 koçberên din jî xwe gihandin Efrînê
Pêla koçberan her roja ku diçe zêde dibe. Zêdetirî 420 koçberên ji herêmên cuda cuda yên Sûriyeyê ji ber zilm û zora çeteyên DAIŞ’ê direvin xwe gihandin Kantona Efrînê. -
YPG'ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir
YPG'ê nasnameya 4 cangoriyên di destpêka meha Hezîranê de li Kobanê, Şedadê û Reqayê şehîd bûn, eşkere kir. -
Berê koçberên ji Iraqê li kampa Holê ye
Di nava du rojên dawî de, 850 koçberên ji Iraqê yên ji ber dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê reviyan û malên xwe terikandin, ji deriyê sînor ê Recim Silêbî derbasî kampa Holê bûn. -
Xezeba Firatê: Şervan ketin nava gundê Hawî Hewa
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratrîk (QSD), ketin nava gundê Hawî Hewa yê li rojavayê Reqayê ye. Li vî gundî şerekî dijwar diqewime.