200 hezar mêvanên gelê Minbicê hene

Gelê Minbicê ku bi xwe penaber bûbû, niha 200 hezar mirovên ji zilma DAIŞ'ê û dewleta Tirk reviyane vedihewîne.

Krîza li Sûriyeyê di sala 6'an de dewam dike. Koça ji herêmên şer ber bi qadên aram ên Bakurê Sûriyeyê jî dewam dike. Şêniyên Sûriyeyê ji zilma DAIŞ'ê, rejîmê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê direvin.

Minbic, ku hê salek nebûye rizgar bûye, birînên xwe bi lez û bez pêça, dest bi xwerêvebirinê kir û niha weke herêmeke ewle penaberan vedihewîne. Piştî ku bajar di encama operasyona 73 rojan de par ji DAIŞ'ê hate paqijkirin, hem Minbiciyên ji neçarî koç kiribûn vegeriyan, hem jî 200 hezar mirovên ji bajarên cuda yên Sûriyeyê berê xwe dan vî bajarî.

Ji bajar û bajarokên Şehbayê, ji bajarên Îdlib, Hama, Şam, Hûms, Meskene, Tebqa û Reqayê, mirovan koçî Minbic a azad kirin. Hê jî ji Şehba û Reqayê mirov koçî vê derê dikin. Li gel vê koça zêde jî saziyên alîkariyê yên navneteweyî alîkariyeke cidî bi Minbicê re nakin. Minbicî bi derfetên xwe yên kêm koçberan vedihewînin.

108 hezar ji 200 hezar penaberên hatine Minbicê, niha li navenda bajêr û gundan dimînin.

Hevseroka Rêveberiya Demokratîk a Minbicê Zeynep Qamber bag li saziyên alîkariyê û civaka navneteweyî kir, ku alîkariya însanî bi wan re bikin.

Qamber diyar kir, gelê Minbicê mirovên koç kirine weke penaberan nabîne, bi çavê mêvanên xwe li wan dinere û got, "Weke gelê Minbicê me dagirkerî û hovîtiya DAIŞ'ê dît, me êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê dît, lewma em bi halê wan dizanin. Em jî ji ber vê yekê bûn penaber. Em dizanin bê penabertî tiştekî çawa ye. Yên koç kirine ji bo Minbiciyan mêvan in. Ji ber vê yekê weke gel û rêveberiya Minbicê, tevî ku derfetên me kêm jî em ji bo wan seferber bûn. Minbiciyên ku nû ji hovîtiya DAIŞ'ê rizgar bûn û nû ji şer derketin, tevî ku pêwîstiya wan bi xwe bi alîkariyê heye, mal û sifreya xwe bi mirovên koç kirine, parve dikin. Niha li gundan û li bajêr, hema hema li her malekê du malbatên penaber hene."

BUROYA KARÊN PENABERAN BI RENGEKÎ AKTÎF DIXEBITE

Piştî ku Minbic hate rizgarkirin, 21 saziyên alîkariyê yên herêmî û navneteweyî nûnertiyên xwe li bajêr vekirin. Lê belê alîkariya wan a ji bo gelê Minbicê û penaberan gelekî êm e. Rêveberiya Demokratîk a Minbicê dibêje, alîkariya ev saziyên navborî dikin, tenê têra 2 ji sedî yê pêwîstiya penaberên li Minbicê dike. Wekî din, hin sazî jî tenê navê wan li Minbicê hene, alîkariyeke ku dike nîne.

Di bin sîwana rêveberiya demokratîk de komîteyek ji bo penaberan hatiye avakirin. Vê komîteyê jî li rojhilat û rojavayê Minbicê 2 buro vekiriye û rojane bi rengekî aktîf bi pêdiviyên penaberan re mijûl dibe.

Zeynep Qamber got, "Em serdana penaberan û kampan dikin. Komîteya me ji berê bêhtir bi rengekî rêxistinî dixebite."

PÊWÎSTIYEKE CIDÎ YA HER DU KAMPAN HENE

Hejmara penaberên di nava çend mehan de hatine Minbicê, gelekî zêde ye ku mal, dibistan û mizgeft têra bicihkirina wan nake. Ji ber vê yekê Rêveberiya Demokratîk a Minbicê di 15'ê Adara 2017'an de Kampa Minbicê ya bi 7 kîlometreyan li rojavayê bajêr re ava kir. Li vê kampê 139 kon hatine vedan û niha bi hezaran penaber lê dijîn.

Li kampa li gundê Resim Exder ê bi 6 kîlometeryan li rojhilatê bajêr e, Kampa Minbic a Rojhilat hatiye vekirin û li vir jî hewl tê dayin bersiv ji pêdiviyên koçberan re bê dayin.

Qamber destnîşan dike, ku li kampên navborî pêwîstiyeke cidî bi doktor, derman, malzemeyên alîkariya destpêkê, xwarin, nivîn, betanî û pêdiviyên jiyanê hene.

BI DEH HEZARAN MIROV LI BINÊ SIYA DARAN DIJÎN

Qamber anî ziman, penaber ne tenê li navenda bajarê Minbicê, li gund û kampan hene, her wiha bi deh hezaran penaber li ser rêya Minbicê ne û got, "Mirov ji zilma DAIŞ'ê, Tirkiyeyê û rejîma Sûriyeyê direvin û berê xwe didin Minbicê. Karibin çend perçe ji eşyayê xwe bi xwe re bîne, wan tîne. Niha li derdora Minbicê, bêguman di nava sînorê bajêr de, li binê siya daran bi deh hezaran mirov dijîn. Ji xwe re konek vedane û bi wî rengî dijîn. Hewa gelekî germ e, pêwîstiya xwe bi alîkariyê heye. Derfetên me têrê nakin."

'BI LEZGÎNÎ PÊWÎSTÎ BI ALÎKARIYÊ HEYE'

Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Minbicê Zeynep Kamber anî ziman, bi destpêkirina Operasyona Reqayê re di nava du rojan de hejmara penaberên berê xwe dane Minbicê gelekî zêde bûye û got, "Hejmara penaberan roj bi roj zêde dibe. Mirovên me çi ji destê wan tê dikin. Lê belê derfetên me kêm in. Bang li sazî û civaka navneteweyî dikim, ku bi lezgîn3ı alîkariyê bi Minbicê re bikin."