NÛ BÛ

NÛ BÛ- Di êrîşên li Şehba û Efrînê de 25 çeteyên Tirkan hatin kuştin

Di êrîşên li ser herêma Şehba û Kantona Efrînê de 25 çeteyên girêdayî artêşa Tirk hatin kuştin.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li gundê Mierîn Şino bi cih bûne, şeva din êrîşî gundê Qestelê Cindo kirin. Di êrîşan çend saetan dewam kir de, 4 çete hatin kuştin. Berî ku çete derbasî gundê Meranazê ya navçeya Şera bibe, êrîş hate şikandin.

Li gorî agahiyên ji herêma Şehbayê hatin girtin, piştî êrîşa li ser gundê Qestelê Cindo êrîşek din li ser şervanên artêşa Şoreşger ên li gundên Minx û Elqemiyê hat kirin. Li ser bersivdayîna şervanên YPG/YPJ’ê di şerê qewimî de gelek çete hatin kuştin. Di encama şer de cenazeyê 13 çete, 4 çeka keleş û nasanmeyekî ya AFAD a ku bûye navenda çeteyan, ketin destê şervanan.

Li aliyê din li gorî agahiyên çavkaniyên leşkerî dan, çeteyan piştî derbeyên giran ji aliyê YPG`ê û Artêşa Şoreşgeran ve xwarin, neçar man ji herêmê birevin û di dema vekişana çeteyan de mayîn bi wesayîta leşkerî ya pîck ûp ve teqiya. Di encama teqîna mayînê de 8 çete hatin kuştin.

Êrîşên cuda cuda yên li ser herêma Efrîn û Şehbayê dewam dikin.

Hat diyarkirin ku şer li Bendava Şahba û heta gundên Sirûc, Til Medîq, Simoqiye û Hisiye belav bûn. Şer heta seatên sibehê dom kir, lê niha li herêmê aramiyek heye.

Artêşa Tirk a dagirker odeyek nû a çalakiyan bi navê Ehl El-Diyar li şûna Mertala Firatê ava kir. Artêşa Tirk a dagirker bi vê yekê hewil dide herên rizgarkirî yên herêmên Şahba û Kantona Efrînê dagir bike.

Lê her dem êrîşên van komên çete rastî bersiveke tund a YPG/YPJ`ê û Artêşa Şoreşgeran tê.

Çete, di her êrîşê de derbên giran ji şervanên Hêzên Şoreşger û YPG/YPJ’ê dixwin û neçar dimînin ji qadê birevin.