Lotte Errell: Wênekêşa ku bi objektîfa xwe cîhan keşf kir
Lotte Errell; jineke wêrek ku bi objektîfa xwe cîhanê keşf dikir. Weke rojnamevan û pêşengek jin di destpêka sedsala 20’emîn de sînor derbas kir û çandên cuda belge kirin.
Lotte Errell; jineke wêrek ku bi objektîfa xwe cîhanê keşf dikir. Weke rojnamevan û pêşengek jin di destpêka sedsala 20’emîn de sînor derbas kir û çandên cuda belge kirin.
Lotte Errell di 18’ê Îlona 1903’yan de li bajarê Munster ê Elmanyayê tê dinê. Lotte Errel wênekêş û rojnamevanek navdar bû. Di demekê de ku rojnamevan û wênekêşên jin di destpêka sedsala 20’emîn de kêm bûn, ew li çar aliyê cîhanê geriya û serketinên girîng bi dest xist.
Lotte Errell a ku bi xwe hînê wênekêşiyê bû, di sala 1924’an de bi wênekêş Richard Levy re zewicî û di studyoya wî ya reklamê de dest bi xebatê kir. Lê azweriya wê ya rastîn gera cîhanê û belgekirina çandên cuda bû. Rêwîtiya wê ya Ganayê di navbera salên 1928-1929’an de bi komeke fîlmê re ya bi pêşengiya etnolog Gulla Pfeffer re, bû yek ji gavên pêşxistina kariyera xwe. Wêneyên ku wê di vê rêwîtiyê de kişandine di weşanên girîng ên serdemê de derketin pêş.
RÊWÎTIYA WÊ YA BER BI WARÊN DÛR
Di navbera salên 1932-1933’yan de çû Çînê û pêkhateya civakî û çandî ya welêt belge kiriye. Di sala 1934’an de, li ser navê Associated Press di serdana fermî ya Welîahdê Swêdî Gustav Adolf de ya ji Îranê re wezîfe girt. Li Îranê bi gumana sîxuriyê demek kurt hat girtin. Ev yek îsbata wê yekê bû ku xwedî pîşeyek xetere lê ewçend jî balkêş bû. Di heman salê de jî çûye Iraq û Kurdistanê û jiyana gelê herêmê belge kiriye.
REVA JI NAZIYAN Û SALÊN DIJWAR
Di dawiya sala 1934’an de li Elmanyayê ji aliyê rejîma Nazî ve karê rojnamevaniyê jê re hat qedexekirin. Vê rewşê ew neçar kir ku koçî Bexdayê bike. Di sala 1935’an de bi doktor Herbert Sostmann ku li Bexdayê dima, dizewice û di bin siya şer de salên dijwar derbas dike. Di Şerê Cîhanê ya Duyemîn de ji aliyê Îngilîzan ve bi gumana sîxuriyê hat binçavkirin û li cihên cuda yên wekî Filistîn, Kenya û Ûgandayê hat girtin. Di sala 1944’an de piştî hat berdan careke din vegeriya Bexdayê.
JIYANA WÊ YA PIŞTÎ ŞER
Piştî şer Lotte Errell ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê neçar ma dest ji rojnamevaniyê berde, li Filistînê bi cih bû. Her çend hewl da ku koçî Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê bike jî, hewlên wê bi ser neketin. Di sala 1950’an de tevî hevserê xwe diçe bajarê Munchenê û jiyana xwe ya mayî li wir dewam dike. Di sala 1981’an de piştî mirina hevjînê xwe bi tenê ma û di sala 1991’an de jiyana xwe ji dest da.
Lotte Errell bi taybetî ji ber gera xwe û wêneyên ku di sala 1930’yan de kişandiye, di warê rojnamevaniya derveyî sînor û wênekêşiyê de bû yek ji pêşengên navdar. Weke rojnamevaneke jin, bi wêrekî li deverên cuda yên cîhanê geriya û bi belgekirina çavdêriyên xwe yên bi awayekî pisporî di dîrokê de şopek hişt. Berhemên wê hem ji aliyê hunerî û hem jî ji aliyê antropolojiyê ve xwedî nirxek mezin in.
Çavkaniya wêneyê: Wikimedia Commons