Pirtûka 'Şerê Têkel' hate çapkirin
Pirtûka 'Şerê Têkel (Hîbrîtî)' a ji aliyê Amed Şaho ve hatî amadekirin, ji 8 beşan pêk tê. Di her beşeke pirtûkê de taybetmendiyên şerê têkel hatiye şîrovekirin.
Pirtûka 'Şerê Têkel (Hîbrîtî)' a ji aliyê Amed Şaho ve hatî amadekirin, ji 8 beşan pêk tê. Di her beşeke pirtûkê de taybetmendiyên şerê têkel hatiye şîrovekirin.
Pirtûka şerê têkel (hîbrîtî) pirtûkeke xwedî naveroka şerê serdemê ye. Di vê pirtûkê de cûreyê şer, rê û rêbazên şerê serdemê, şerê dewleta Îranê yê li hemberî gelên Îranê, bi taybetî şerê li dijî gelê Kurd bi berfirehî hatiye şîrovekirin. Di heman demê de bi awayekî têrker rê, rêbaz, amûr, amraz û qonaxên şerê hîbrîtî hatiye vekirin.
Rol û rista ragihandin, hişê destgir, êrîşên sîber, asta probaganda û ajîtasyonê, hêza şêlûkirinê ji aliyê desthilat û dewletên serdest ve çewa tên bikaranînîn, hatiye vekirin.
Pirtûka şerê têkel (hîbrîtî) bi naveroka şerê serdemê dagirtî ye. Di pirtûka hîbrîtî de; îşaret bi tewanbarkirinên desthilatdaran ên bêbingeh li dijî tevgerên azadîxwaz ên gelê Kurd hatiye kirin.
Pirtûk ji 8 beşan pêk hatiye. Di her beşekî de taybetmendiyekî şerê têkel hatiye şîrovekirin.
Pirtûk ji aliyê Amed Şaho ve bi zaravayê soranî hatiye nivîsandin. Pirtûk ji aliyê navenda çapemeniyê ya PJAK ve hatiye çapkirin û belavkirin.
Xwîner dikarin li ser malpera https://pjak.net/so/10407 xwe bigihînin pirtûkê.