Li Efrîn 3’emîn tugaya leşkerî hate avakirin

Fermandariya Kantona Efrînê bi beşdariya 236 şervanan îlana 3. Tugayê ragihand.

Piştî perwerdehiya 236 şervanên dewreya Şehîd Rojhat a girêdayî Akademiya Şehîd Rifet û şûnde, avakirina tugaya 3’emîn hate îlankirin.

Şervanan di dewreyê de dersên leşkerî û yên siyasî wekî ″desthilatdarî, kapîtalîzim, dîroka Kurdistanê, dîroka jinê û neteweya demokratîk″ dîtin.

Di merasîma bidawîbûna dewreyê de, fermandarên YPG/YPJ′ê, nûnerên Desteyên Rêveberiya Xweser û bi dehan malbatên şervanan, amade bûn.

Destpêkê merasîmekî leşkerî hate lidarxistin. Piştre fermandarê YPG′ê ya Kantona Efrînê Hisên Gabar axivî û avakirina tuyaga leşkerî ya 3′yemîn li gelê Efrînê û malbatên şehîdan, pîroz kir.

Gabar diyar kir ku herêmên Bakurê Sûriyê di pêvajoyeke hestyar re derbas dibe û pêwîstiya wê bi parastinê heye. Gabar got: ″Divê hemû welatiyên Kantonê li hember êrîşên li ser herêmê amade bin û li ber xwe bidin.″

Gabar bang li hemû ciwanan kir ku beşdarî nava tugayên leşkerî bibin.

Di dawiya merasîmê de şervanan li ber stranên komên Şehîd Welat û Şehîd Engîzek govend gerandin.