Gavên lehengiyê yên pêngava Reqayê

Hêzên QSD'ê, piştî şerekî 50 rojî bajarê Tebqayê û Bendava Firatê ji çeteyan paqij kirin. Şervanan roja 4'ê Hezîranê jî Bendava Azadî rizgar kirin.

Ji bo rizgarkirina bajar û bejahiya Reqayê, Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD), Navenda Çalakiyan a Xezeba Firatê ava kir û qonaxa yekemîn a Pêngava Xezeba Firatê ji bo rizgarkirina bejahiya bakurê Reqayê, di 5'ê Mijdara 2016'an de dest pê kir.

QONAXA YEKEMÎN A PÊNGAVÊ

Qonaxa yekemîn a Xezeba Firatê, ji baskê Eyn Îsa û Silûk hat destpêkirin.
 
Di qonaxa yekemîn de, ku 10 rojan dewam kir, hêzên herêmek bi qasî 550 Km2 ku di nav de 34 gund, 31 gundik di nav de bû, rizgar kirin.

Di vê qonaxê de 167 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin, cenazeyên 34 ji wan li naverastê man û 4 çete bi saxî hatin girtin.

QONAXA DUYEMÎN
 
Qonaxa duyemîn a Xezeba Firatê, di 10`ê kanûna 2016`an de, hate destpêkirin.
 
Li gorî fermandariya QSD'ê armanca qonaxa duyemîn, rizgarkirina bejahiya rojava ya bajarê Reqayê ye.
 
Qonaxa duyemîn ji baskên El-Qadiriye û Kerdoşan hat destpêkirin.
 
Di 10 rojan de şervanan herêmeke bi dorfirehiya 1.300 Km2, di nav de 97 gund, dehan gundik û gelek girên stretajîk ji çeteyên DAIŞ`ê, rizgar kirin.
 
Şervanên QSD'ê di 20'ê Kanûna 2016'an de yekemîn bajarokê Reqayê, bajarokê Cirniyê rizgar kirin.
 
Piştre şervanên QSD'ê berê xwe dan Kela Ceberê û ev keleha dîrokî rizgar kirin.
 
Şervan bi vê awayî gihîştin aliyê çepê yê Bendava Firatê û golên wê.
 
QONAXA SÊYEMÎN

QSD'ê qonaxa sêyemîn a Xezeba Firatê ya rizgarkirina bejahiya bakurê Dêrazorê û bejahiya rojhilatê Reqayê, di 5'ê Sibatê de, îlan kir.
 
Qonaxa sêyemîn, ji baskê Bîr El-Heba yê bakurrojhilatê Reqayê û baskê gundê Ebû Xeşeb ê bakurê Dêrezorê, hate destpêkirin.
 
Li bajarokê El-Keramayê, ku bi 20 km'yan li başurê bajarê Reqayê ye, her du bask gihîştin hev û bi rizgarkirina El-Kerama re, qonaxa sêyemîn bi dawî bû.
 
Di encama vê qonaxê de li baskê Bîr Heba qadek ji 540 Km2, ku di nav de bajarokê El-Kerama jî heye, hate rizgarkirin.
 
Li baskê Ebû Xeşeb jî qadek ji 1.100 Km2'yî ji çeteyan hate rizgarkirin.
 
Di qonaxa sêyemîn de bi giştî qadek ji 1.640 Km2'yî hate rizgarkirin.
 
Di qonaxa sêyemîn de ya balkêş ew bû, ku cara yekemîn Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê beşdarî pêngavê bû.
 
Di qonaxa sêyemîn de, 272 çete hatin kuştin û cenazeyê 67 ji wan li erdê man.

RIZGARKIRINA TEBQAYÊ

Di 22'ê Adarê de, şervanên QSD'ê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî cara yekemîn ji helîkopteran xwe berdan bejahiya rojavayê bajarê Tebqayê.

Piştî ku şervan gihîştin bajêr, şervanan berê xwe dan Balafirgeha Leşkerî ya Tebqayê û di 26'ê Adarê de rizgar kirin. 
 
QONAXA ÇAREMÎN

Piştî dorpêçkirin Tebqayê, QSD'ê, qonaxa çaremîn ji bo rizgarkirina herêmên mayî yên Geliyê Celabê û amadekirina destpêkirina pêngava rizgarkirina Reqayê ragihand.
 
Qonaxa çaremîn di 13'ê Nîsanê de hat destpêkirin.

Qonax ji ber rewşa nebaş a hewayê 15 rojan hate rawestandin.
 
Di van 15 rojan de bi dehan gund, girên stretajîk û bajarokê El-Hezîma ya stratejîk ji çeteyan hatin rizgarkirin. Û 311 çete hatin kuştin.
 
Pişt re jinûve pêngavê dest pê kir û QSD ragihand ku armanca ji dewamkirina vê pêngavê, rizgarkirina herêmên mayî yên li dora bajarê Reqayê û amadekariyên destpêkirina operasyona bajêr e.

QSD'ê piştî şerê ku 50 rojan dewam kir, bajarê Tebqa û Bendava Firatê rizgar kir.

Şervanan, Bendava Azadî di 4'ê Hezîranê de paqij kirin.
 
Û rê li pêşiya Cenga Mezin vebû..