Şehîdên Pêngava Xezeba Firatê hatin veşartin
Sê şervanên QSD'ê yên di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bûn, li gundê Cezra yê Hesekê hatin veşartin.
Sê şervanên QSD'ê yên di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bûn, li gundê Cezra yê Hesekê hatin veşartin.
Cenazeyên şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bûn; Esmet Şêx El-Ebdullah (Ebû Fatima), Ehmed Şêx Cezer û Xidir El-Hemad (Xidir) ji avahiya Meclîsa Dayikên Şehîdan a Hesekê hatin rakirin û birin gundê Cezrayê.
Di destpêkê de merasîmeke leşkerî hate lidarxistin û piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ehmed Esed axivî. Esed ji malbatên şervanan re sersaxî xwest.
Endamê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Hemed El-Şêx Şihade jî di merasîmê de peyivî û got, "Rêya şehadetê ya ber bi azadiyê ve, pîroz e. Ti kes nikare astengiyê deyne ser rêya azadiyê."
Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazor Seyîd Xidir jî soza xwe dubare kir ku ew ê şopdarên şehîdan bin.
Piştî axaftinê, belgeyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.
Bavê Şehîd Xidir di dema wergirtina belgeya şehadetê de axivî û diyar kir, serê wî bi kurê wî bilind e.
Di dawiya merasîmê de cenazeyên her sê şehîdan li ber tilîlî û qîrîna dirûşman hatin veşartin.
Cenazeyê şervanê QSD'ê Abdulkerîm Mûhammed jî, ku di operasyona rizgarkirina Reqayê de şehîd bû, duh li Girê Spî bi merasîmekê hate veşartin.