Li Şêxanê dar jinûve şîn bûn
Li Şêxanê ku du salan bê navber dar lê hate birîn, daristan ji nû ve şîn bû. Li qada ku kesk bûye, di nava du salan de gelek darên ciwan hatibûn birîn.
Li Şêxanê ku du salan bê navber dar lê hate birîn, daristan ji nû ve şîn bû. Li qada ku kesk bûye, di nava du salan de gelek darên ciwan hatibûn birîn.
Li gelke bajarên Kurdistanê ku talana ekolojîk dewam dike, bi hinceta 'ewlekariyê' dar têne birîn. Şirnex, Beldîs û Çewlîg ji bajarên sereke ne ku dar lê têne birîn. Li gel hinceta 'ewlekariyê' her wiha bi bahaneya 'ciwankirinê' jî timî dar têne birîn. Lê belê ji bo dar jinûve şîn nebe, ji kokê ve têne birîn. Li Şêxanê ku du salan dar hate birîn, piştî îtiraza gundiyan îsal birîna daran hate sekinandin. Li qadeke ji dehan hektarî bi hezaran darên ciwan hatin birîn. Li qada ku îsal dar lê nhate birîn, kokên daran ji ber xwe ve şîn bûn. Gundiyan diyar kirin ku wê têkoşîna xwe ya li hemberî birîna daran dewam bikin.
2 SALAN BÊ NAVBER DAR HATIN BIRÎN
Di navbera salên 2023 û 2024'an de li herêma Şêxan a Mûşê birîna daran destpê kir. Du salan dar hatin birîn, bi taybetî jî darên ciwan hatin birîn. Di encamê de qadeke ji dehan hektarî tine bû, vê yekê bandoreke neyînî li Koçeran û heywanên li zozanan kir. Dîmenê piştî birîna daran xuya kir, weke talan û wêrankirinê bû. Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Serhat Eren bi pêşnûme pirsekê bal kişand ser mijarê. Lê belê di bersiva ji pêşnûme pirsê re hate dayin, hate îdîakirin ku birîna daran di bin navê 'ciwankirinê' de hatiye kirin û li gorî hevsengiya ekolojîk pêk hatiye. Di bersivê de hate îdîakirin ku darên temen dirêj hatine birîn. Lê belê dîmenên ku ji herêmê hatine kişandin, bersiva Wezareta Daristan û Çandiniyê piştrast nake.
GUNDIYAN BIRÎNA DARAN RAWESTANDIN
Li gel birîna daran ku bû sedema qirkirineke mezin, îsal bi germbûna hewayê re qad ji nû ve kesk bû. Şitlê daran li cihê darên ku hatin birîn ji nû ve şîn bû. Gundiyan li ser mijarê agahî dan û diyar kirin ku piştî îtiraza wan birîna daran li qadeke berfireh belav nebû û hate rawestandin.
DAR NEBE EM JÎ NÎNIN
Şêniyên herêmê nerazîbûn nîşanî zerara li xwezaya herêmê dan û destûr nedan ku hîn bêhtir dar bêne birîn. Yek ji gundiyan got, "Darên li vê derê ji bo me her tişt e. Ew nebin em jî nînin. Dixwazin bi daran re me jî tine bikin. Par qadeke gelekî berfireh tine kirin. Îsal jî çav berdan vê derê, lê me destûr nedan. Bi daran re em qada xwe ya jiyanê, ava xwe diparêzin."