ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Xezeba Firatê: Şervan ketin nava gundê Hawî Hewa
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratrîk (QSD), ketin nava gundê Hawî Hewa yê li rojavayê Reqayê ye. Li vî gundî şerekî dijwar diqewime. -
Gundekî din ê Reqayê hat rizgarkirin, 5 gund jî hatin dorpêçkirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de gundekî din ê Reqayê rizgar kirin û dor li 5 gundan girtin. -
'Em bi Federasyona Demokratîk siberoja xwe ava bikin'
Hevseroka Desteya Rêveber a Federasyona Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsiv bang li gelan kir, ku tevlî şerê mezhebî û etnîkî nebin, ji bo projeya federasyona demokratîk û neteweya demokratîk bixebitin û xwedî li siberoja xwe derkevin. -
Yek ji mînakên şoreşa gel: Îsmet Şêx Hesen
Roj bi roj bêhtir eşkere dibe ku Şoreşa Rojava şoreşeke gel, ked û çandiniyê. Serokê Desteya Parastinê ya Kobanê Îsmet Şêx Hesen yek ji mînakên vê rastiyê ye. -
Cenazeyên 3 şervanan li Dêrikê hatin veşartin
Welatiyên bajarên Dêrik û Girkê Legê, cenazeyên Endama Hêzên Asayîşê Zeyneb Ebdullah, şervanên YPG'ê Heqî Tirkan û Robar Cemce bi merasîmekî li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin. -
Bajarokê Qehtaniye û gundê Xatûniyê hatin rizgarkirin
Şervanên Xezeba Firatê piştî şerê 48 seatan bajarokê Qehtaniye û gundê Xatûniyê ji çeteyan rizgar kirin. -
1400 kesên ji zilma çeteyan reviyan, xwe li Efrînê girtin
1400 kesên ji êrîş û zilma çeteyên artêşa Tirk a dagirker reviyan, xwe li Kantona Efrînê girtin. -
Ceyş El Siwar êrîşa çeteyên Tirk têk bir
Şervanên Ceyş El Siwar, bersiv dan êrîşa çeteyên dewleta Tirk a li dijî herêmên rizgarkirî yên Şehbayê. Di encamê de 4 çete birîndar bûn. -
Ji bo sivîlên ji Reqayê banga alîkariyê hate kirin
Ji bo şêniyên Reqayê yên ji zilma DAIŞ'ê reviyane û xwe li Minbicê girtine, banga alîkariyê hate kirin. -
Cenazeyê şervanê YPG'ê Hesen hate veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Rustem Hesen Mihemed (Nûman), ku di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bû, li goristana Şehîd Dijwar a li Hesekê hate veşartin. -
Bendava Azadî hate rizgarkirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Bendava Azadî ya li nêzî Reqayê ye, bi temamî rizgar kirin. -
Dîmenê Mansûra ya azad
Bajarokê Mansûra yê bi 20 kîlometreyan li rojhilatê bajarê Tebqayê ye, piştî ku duh ji aliyê şervanên QSD'ê ve hate rizgarkirin, ji bermahiyên çeteyan hate paqijkirin. Navenda Ragihandiyê ya YPG'ê dîmenê Masûra ya azad weşand. -
Li Kobanê cenazeyên Komaz û Hemo hatin veşartin
Welatiyên Kantona Kobanê cenazeyên du şervanên YPG′ê Ebdulezîz Komaz (Heqî Karer) û Umer Hemo (Umer Kobanê) li Goristana Şehîd Dicle bi merasîmekê veşartin. -
Li Efrînê ji bo azadiya Ocalan meşek hate lidarxistin
Welatiyên navçeyên Şera û Bilbilê yên Kantona Efrînê, ji bo azadiya Ocalan meşiyan û soza domandina têkoşînê dan. -
Derbek din li çeteyan ket: Bajarokê Mensûra hate rizgarkirin
Piştî şerê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a 2 rojan û şûnde, bajarokê Mensûra ji çeteyan hate paqijkirin. -
‘Pêngava rizgarkirna Reqayê wê di nava çend rojan de destpê bike'
Berdevka Fermî ya Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed a ku îdîayên têkildarî çeteyên DAIŞ’ê ji Reqayê xwe vekişandine derewand, diyar kir ku wê di rojên pêş de pêngava rizgarkirina Reqayê bidin destpêkirin. -
Taxekî din a Mansûra hate rizgarkirin
Êrîşa Çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Gundê Ebû Qilab hate şikdandin, taxekî din a bajarokê Mansûra jî ji çeteyan hate rizgarkirin. -
Li Mensûra çekên ku Tirkiyê dabûne çeteyan hatin bidestixstin
Şervanên QSD’ê li Mensûrayê çek û cebilxaneya çeteyên DAIŞ’ê bi dest xistin. Di nav çekan de ku hatine bi destxistin çekên ku Tirkiyê şandibûn ji çeteyên DAIŞ’ê re jî hene. -
YPG'ê nasnameya 2 şervanan ragihand
Navenda YPG'ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 2 şervanên xwe ragihad. -
Pêngava Reqayê: 3 hezar sivîl gihiştin herêmên bi ewle
Sê hezar şêniyên gundê Ednaniyê yê bakur-rojavayê Reqayê, xwe ji çeteyên DAIŞ`ê xelas kirin û xwe spartin herêmên di bin parastina QSD`ê de. -
Li Gundê Ebû Qîbab şerê dijwar diqewime
Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Gundê Ebû Qîbab yê dikeve rojhilatê Tebqayê kirin. Di şer de heta niha 2 endamên çeteyan hatine kuştin. -
Li Mensûra wesayîta bombebarkirî ya çeteyan hate rûxandin
Li bajarokê Mensûra di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime. Şervanên QSD'ê wesayîteke bombebarkirî ya girêdayî çeteyan rûxand. -
YPG'ê bîlançoya meha Gulanê eşkere kir
Navenda YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya meha Gulanê eşkere kir û wiha tê gotin; "Artêşa Tirk di meha Gulanê de 80 caran êrîş pêk anî ye." -
Cenazeyê şervanê YPG'ê Şoreş Diyar hat veşartin
Welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê YPG'ê Sûleyman Abdûlbaqî (Şoreş Diyar) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin. -
Piraniya Mensûra hat rizgarkirin
Şervanên QSD`ê ji 90 ji 100’î yê bajaroka Mansûra xistin bin kontrola xwe.