ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
YPG'ê nasnameya şehîdekî Tebqayê eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, nasnameya şervanekî xwe ku di 27'ê Gulanê de li dora bajarê Tebqayê di şerê dijî DAIŞ'ê de şehîd bû, eşkere kir. -
3 gund hatin rizgarkirin, 25 çete hatin kuştin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk 3 gundên li rojhilatê Tebqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqijkirin. Di vî şerê du rojên dawî de 25 çete hatin kuştin. -
Şervanên YPG/YPJ’ê bersiv dane êrîşên çeteyan
Çeteyên di bin nîrê dewleta Tirk de Fetîh El-Şam (Cebhet El-Nusra) û Ehrar El-Şam êrîş birin ser gundê Îska yê bi ser navçeya Şêrawa ya Efrînê ve. Şervanên YPG/YPJ’ê di cih de bersiv dane çeteyan. -
Cenazeyê şervanê YPG'ê Rojhat hate veşartin
Şervanê YPG'ê Rojhat Qamişlo, ku di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bû, li Şehîdgeha Şehîd Delîl Saxûran hate veşartin. -
Warê hatiye koçberkirin - I
Der barê mirovên ji Helebê koç kirine, bûyerên qet neyên jibîrkirin ketin hişê min. Li ser rêya koçberiyê ewqas çîrokên dilşewat rû dan, ku mirov nizanin kîjanê binivîsînin. -
Şervanê Hollandayî, li Reqayê ye…
Baran Sason ê Hollandî ku di nava tabûra Enternasyonalîstan de cih digire û beşdaîr Pêngava Xezeba Firatê bûye wiha got: Em ê bi teqez Reqayê rizgar bikin û em ê vê li bi gelê herêmê re rizgar bikin.” -
3 şehîdên Pêngava Xezeba Firatê li Hesekê hatin veşartin
Cenazeyên 2 şervanên YPG'ê û şervanekî Erka Xweparastinê, ku di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bûn, li goristana Şehîd Dijwar a li Hesekê hatin veşartin. -
Cenazeyên 8 şervanên azadiyê li Kobanê hatin veşartin
Welatiyên Kantona Kobanê cenazeyên 8 şervanên azadiyê ku di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bibûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle veşartin. -
Cenazeyên 2 şervanan li Dirbesiyê hatin veşartin
Welatiyên bajarê Dirbesiyê cenazeyên Zana Dalaho û Arjîn Hesekê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Rustem Cûdî veşartin. -
1600 leşkeran perwerdehiya Erka Xweparastinê bi dawî kirin
Dewreya Hêzên Erka Xweparastinê ya Kantona Cizîrê bi dawî bû ya hezar û 600 endam beşdar bûbûn. -
YPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê nasnameya 2 şehîdên Pêngava Xezeba Firatê û şervanekî li Qamişloyê şehîd bûn, eşkere kir. -
Çeteyên Tirk bombeyan li gundên Şehbayê dibarînin
Komên çete yên ser bi dewleta Tirk, bombe li gelek gundên li herêma Şehbayê barandin. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Xelîl li Efrînê hate veşartin
Welatiyên Kantona Efrînê cenazeyê şervanê YPG′ê (Serfîraz Xelîl) Beşar Hac Xelîl li Goristana Şehîd Refîq veşartin. -
Malbatên Reqayê bo cihên bi ewle tên veguhestin
Welatiyên Reqayê yên ku bi salan e çeteyên DAIŞ’ê zilam û zext li wan kirî, ligel pêşveçûna şervanên QSD’ê, li cihên bi ewle tên bi cih kirin. -
YPG’ê nasnameya 5 şervanan eşkere kir
YPG’ê nasnameya 5 şervanên di cih û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir. -
Li Qamişloyê ji bo Ocalan meşa bi meşale
Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşekî meşaleyî hate lidarxistin. -
Nêzî 2 hezar u 240 koçberên din jî xwe gihandin Efrînê
Nêzî 2 hezar û 240 koçberên din ên ji ber zilm û zordariya çeteyên DAIŞ’ê û Tirkan ên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê reviyan xwe gihandin Kantona Efrînê. -
Cenazeyên 8 şervanan li Girê Spî hatin veşartin
Cenazeyên 8 şervanên ku di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bibûn bi merasîmekî girseyî hatin veşartin. -
YPG: Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didomin
Navenda YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku tevgera hewayî û bejahî yê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Rojavayê Kurdistanê zêde bûye. -
Hevserokatiya Federal: Meha Remezanê li hemû alema Îslamê pîroz be
Hevserokatiya Desteya Rêveber a Federaliya Bakurê Sûriyê, bi boneya hatina meha Remezanê peyamek weşand û got: “Ev meh, meha xêr û hezkirinê ye, bang li hemû misilmanan dikin ku li dijî dijminê mirovahiyê û ola Îslamê têkoşînê bikin.” -
Cenazeyê şervanê YPG’ê yê 72 salî Bedirxan hate veşartin
Welatiyên bajarê Til Temirê cenazeyê Bedirxan Til Temir (72) li Goristana Şehîdên Til Temirê, bi merasîmekê ve veşartin. -
YPG'ê nasnameya 6 şehîdan eşkere kir
YPG'ê ragihand, di qonaxa çaremîn a Pêngava Xezeba Firatê de 6 hevrêyên wan di navbera 20-24'ê Gulanê de şehîd bûne. Şervanek jî li bajarê Til Temirê, dema bi erk û wezîfeya xwe radibû, ji ber krîza dil şehîd bû. -
'Em gelekî nêzî Reqayê bûne, ji fînalê re kêm maye'
Berdevka Odeya Çalakiyan a QSD'ê Ehmed û yek ji fermandarên Eniya Rojhilatê Kobanê gotin, ew gelekî nêzî Reqayê bûne û ji fînalê re kêm maye. -
DAIŞ qediya, DAIŞ qediya, em êdî azad in
"Hûn li ser ser û çavên min hatine. DAIŞ qediya. Em ji DAIŞ'ê rizgar bûn. Em êdî azad in." Berî ku van gotinan bêje, tê rûyê şervanekî û serê wî maçî dike. -
Li ser rêya Reqayê, rojek bi şervanekî QSD'ê re..
Ev çend roj in em pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê dişopînin. Pêngavê, di 11'ê Gulanê de dest pê kiribû û heta niha bi rengekî serketî didome. Me jî xwest rojekê bi şervanekî QSD'ê re derbas bikin.