Di teqîna mayînê de 5 zarokan jiyana xwe ji dest dan
Li bakurê bajarê Êyn Îsa di encama teqîna mayeke çeteyan a ji berê de çandibû, 5 zarokan jiyana xwe ji dest da, 2 zarok birîndar bûn.
Li bakurê bajarê Êyn Îsa di encama teqîna mayeke çeteyan a ji berê de çandibû, 5 zarokan jiyana xwe ji dest da, 2 zarok birîndar bûn.
Di encama teqîna mayineke çeteyan a ji berê de li Gundê Bûxa ya 16 km dikeve bakurê Eyn Îsa çandibû, 5 zarokan jiyana xwe jidest dan, 2 zarok jî birîndar bûne.
Navên zarokên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Bera Taha El-Hisên (13), Yeqîn Ewad El-Duhok (4), Emar Ewad Dl-Duhok (9), Yasir Ewad El-Duhok (8), Zekiry Taha El-Hisên (3 meh).
Ehmed Taha El-Hisên (4) û Xalid Taha El-Hisênên ku temenê wî sal û nîveke jî birîndar bûne.
Şêniyên gund birîndar rakirin nexweşxaneya El-Wetenî ya Girê Spî.