Ji Kurdên li herêma Şehbayê Mistefa Ehmed ê ji gundê Qehtelkevinê, Ebû Elî Til Betar ê ji gundê Til Betarê, Ehmed Hemo yê ji gundê Silsimatê û Nîvmiyas Mehmûd ê ji gundê Nemanê yê Babê, ku ji ber zor û zilma çeteyên Mertala Firatê yên Tirk ji neçarî koçî Efrînê kirine, qala hovîtiya çeteyên artêşa Tirk a dagirker kirin.
Mistefa Ehmed ê ji gundê Qehtelkevinê diyar kir, ku çeteyên Mertala Firatê bi sed qatî ji DAIŞ'ê xerabtir in û got, "Çeteyên Mertala Firatê zarokên keç ên gundiyan direvînin, gundiyan bi zorê koçber dikin, dest datînin ser mal, milk û erdê wan."
Ehmed Hemo yê ji gundê Silsimatê ragihand, çeteyên Mertala Firatê malbatên Ereb ji Hûms, Reqa û Şamê tînin, li gundên wan li malên wan bi cih dikin û hewl didin herêmê ji Kurdan xalî bikin.
Nîvmiyas Mehmûd ê ji gundê Nemanê yê Babê diyar kir, li gundê wan çeteyên artêşa Tirk ciwan digirtin, tazî dikirin, îşkence liw an dikirin û ji ber vê yekê ciwan û malbat hemû koçî Efrînê û Kobanê bûn.
Ebû Elî Til Betar jî ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk, El Ekrad xwest, ku bi hawara wan ve werin û wan ji nava lepên van çeteyan rizgar bikin.
TIŞTÊN DAIŞ'Ê NEDIKIR, ÇETEYÊN MERTALA FIRATÊ ANÎN SERÊ ME
Tu dikare qala serpêhatiya xwe bike?
Ez Mihemed Ehmed ji gundê Qehtelkevinê me. Dema çeteyên DAIŞ'ê ketin herêmê ez hatim Efrînê. Ji ber DAIŞ'ê em koçber bûn. DAIŞ'ê serê mirovan jê dikir, DAIŞ'ê êşkence dikir ne dihişt keçên me derkevin derve. Çeteyên DAIŞ'ê gelek tiştên din ên xerab kirin. Dema Mertalên Firatê hat me got, belkî tiştekî ji DAIŞ'ê çêtir be. Dema me temaşe dikir mirovên tê de me nas dikir ji çeteyên DAIŞ'ê bûn. Me gelek caran ew mirov dîtibûn, wek kes me nas dikir û jê re digotin Ebû Mihemed ji Siûdiyê ye. Me temaşe kir niha cilên leşkerî li xwe dikin. Dema Mertalên Firatê hatin gel teşwîqî karê xerab dikirin. Ebû Hesen kurê Hiba ye, niha ew jî di nava Mertalên Firatê de ye. Ti cudahî di navbera çeteyên DAIŞ’ê û Mertala Firatê de nîne. Tiştên çeteyên DAIŞ'ê nedikir, Mertala Firatê danîn serê me.
MALÊN KURDAN DESTESER DIKIN Û HEWL DIDIN KURDAN BI ZORÊ JI CIH Û WARÊN WAN DERXÎNIN
Niha kes nikare tiştekî bike. Dema dike jî ji 200 hezar pereyê Sûriye heta 300, 500 an jî mîlyonekî pere jê digirin û berdidin. Ji ber ku Kurd im, ji min re digotin; tu PKK'yî ye, tu emîrê PKK'ê ye. Ez mirovekî gundî me li malê xwe me. Erdogan hat lê Erdogan ji Bexdadî xirabtir e. ji DAIŞ xirabtir kir. Niha li malan digerin, temaşe dikin kîjan mal ên Kurdan e, dest datînin ser malê, diwarê malê xera dikin, darên wan radikin û zoriyê lê dikin ku erdê xwe bifiroşîn. Li beramberî erd pere didin, ê erdê xwe bifiroşe namûsa xwe şerefa xwe difiroşe. Bi zorê erdê mirovan jê digrin. Van tiştan hemû li gundên Kurdan dikin, DAIŞ'ê û Cebhet El Nûsra ne ketin gundê Ereban bes dikevin gundê Kurdan. Gelek zextan dikin û dibêjin 'ev kes PKK'yî ye, li Kobanê li Efrinê ye biçin bînin. Eger hûn neynin hûnê milyonek nîv, 2 milyonan an 3 milyonan birazînin û piştre biçin malên xwe'. Gelek mirovan ez nas dikim, ku berî 5 salan mirine, radibin ji xizmên wan re dibêjin, biçin wan ji gorê derxînin bînin.
ÇETEYÊN MERTALA FIRATÊ ZAROKÊN KEÇ DIREVÎNIN Û DIBIN EZAZÊ
Di nava gund de sixûrên wan hene, bes sîxûrên wan bi Kurdan ve mijûl in tiştên xirab bi Kurdan dikin. Bes hedefa sîxûrên wan PKK'ye, malbatên Kurd in. Beriya niha gelek malbat dema tên pereyên xwe diveşêrin, dibêjin me tehdît dikin. Jinek ji tirsa nikarin serê xwe vekin. Kî wê hesab ji wan bixwaze? Milet newêre li hemberî wan rabe. Ji ber ku DAIŞ'ê li pêş çavên mirovan serê mirovan jê dikir. Vana hatin gotin em ê çêbikin, bes ji çeteyên DAIŞ'ê xirabtir kirin. Çeteyên Mertalên Firatê hatin ji DAIŞ'ê sed qatî xirabtir kirin. Çeteyên Mertala Firatê zarokên keç ên gundiyan direvînin. Herî dawî ji Gundê Sûskê 2 keç revandin birin Ezazê ji bo çeteyên Sûltan Mûrad. Zarokên keç ên bi zorê revandin bi çekê gule li ser çeteyan reşandin û 2 ji wan kuştin. Kes nekare bi tenê li kolanan bimeşe. Kesên diz û kujer li nav gel bi cih kirine. Em wan kesan dizanin kesên xirabin û diziya gel dikin, tenê karê wan ew e ku aloziyan nava gel derbixîne.
DIXWAZIN KURDAN JI HERÊMA EZAZÊ KOÇBER BIKIN Û DEST DEYNIN SER ERDÊ WAN
Niha mala we li gund Qehtelkevinê di çi rewşê de ye?
Me gund bi tevahî berda. Beriya niha kesek ji gundê me hat. Ew ji feqîr e, niha dişûxile û digot, gotine kesên PKK'yî ye, biçin mala wî bigrin. Em mirovên feqîr in, ji xwe re kar dikin. Hedefa van ne mirovên PKK ne hedefa wan Kurd in. Ji mirovên Kurd aciz in dixwazin Kurdan derbixin, dixwazin ji herêma Ezazê Kurd koçber bikin, erdê xwe ji wan re bihêlin.
Sedî çend gundê we hatiye xerakirin? Demekê li ser gundê we çeteyên DAIŞ’ê û çeteyên artêşa Tirk a dagirker şer hebû. Kî niha li gundê we ne? Yên ser bi dewleta Tirk li gundê we bi cih bûne?
ÇETEYÊN SÛLTAN MÛRAT BI SAXÎ MIROVAN DIŞEWITÎNIN; JI DAIŞ'Ê HOVTIR IN
Bi qasî 200 malbat li gundê me bi cih kirine. Ji gund bi xwe kêm kes mane. Kesên li gund hatine bicih kirin, ji Hûmsê, Dêr Hafrê hatine, li gundê me ji hemû pêkhateyan kes têde hene. Li wir dema kesek bimeşe yek Ereb biçe bibêje ne ji me ye, ev Kurmance li wir tenê ji bo gotinekê gelek xirabiyê dikin. Kesek bi navê Ebas ji gundê Nemanê girtine, lêxistine hestiyên wî şikandine. Mirovek dema bibêje çima wisa dikî, digrin gefan lê dixwin, lê didin, dest û lingê wan dişikînin. Tiştên Mertalên Firatê dikir bi xwedê ne kêmî yê DAIŞ'ê bûn. Mirov dema girtiyekî bigre ma bi saxî dikûje? Wana kesekî ji Gundê Bernê girtin, li ser kursiyê danîn, li binê de agir pêxistine, bi saxî helandine û 3 milyon pere jê standin. Sûltan Mûrad ji DAIŞ'ê xirab tir kir. Vaye em dibihîsin Hêzên Sûriyeya Demokratîk dikevin kîjan gund, gel pêşwaziya wan dike, gelê Kurd, Ereb, Tirk, Mesihî û Çerkez bi keyfxweşî pêşwazî dikin. Gelek mirovên Ereb ji min dîtine dibêjin 'Tiştên wana ji me re kirin, kesî nekirin. Em jî dixwazin Hêzên Sûriyeya Demokratîk werin bikevin gundê me jî, gundê me jî rizgar bikin. Di nav Hêzên Sûriyeya Demokratîk Ereb, Tirk û Kurd cih digirin, alîkariya gelên herêmê dikin. Hêzên Tirk ên Sûltan Mûrad, Mertalên Firatê hatin gel perîşan kirin û gel neçarî koçberiyê kirin. Bi qîrînên Alahû Ekber qîr dikin û tên malên me dibin, tiştên me didizin diwarên avahiyê me dihilweşînin.
ÇETEYÊN MERTALA FIRATÊ DIKEVIN MALAN, DIZÎ Û TALANÊ DIKIN
Hûn dikarin xwe bi kurtasî bidin naskirin û qala serpêhatiya xwe bikin?
Ez Ebû Elî Til Betarê ji gundê Til Betarê me. Ev 10 roj e em ji gund derketine. Dema hêzên El-Ekrad ji gund derketin DAIŞ hatin ketin gund û em ji gund derketin koçber bûn û em hatin Efrînê. Niha çeteyên Mertala Firatê ketine gundên me. Heman kiryarên çeteyên DAIŞ’ê dikin. Dema ku DAIŞ ketin gundên me, me got ev çete ne, ev terorîst in û gel qetil dikin. Lê mixabin çeteyên Mertala Firatê bi kiryarên xwe ji çeteyên DAIŞ’ê ne cudatir bûn. Çeteyên DAIŞ’ê dest avêtin jinan û zarokan ev çeteyên Mertala Firatê jî heman kiryar dikin. Mertala Firatê û DAIŞ hema ne. Çeteyên Mertalên Firatê ketin malan dizî kirin, zêr û pereyên gundiyan jê girtin, çekên wan birin. Ketin mala Hecî Îsmê ku li gundê Mehrûfa dayikek bi 2 keçê xwe û bûka xwe ve di mal de bûn, derî li ser girtin, zêrên dayik û bûka wê li gel 4 milyon perê wan û çekek di mal de jî bû dizîn. Malek din ji mala Osmanê Ehmed Hecî Îsmên ketin mala wê hemû tiştên wê jî dizîn. Malek din bi navê Ebû Nûh kûrê Hesênê Hecî Silêman, ketine mala wan tiştek di mal de ne hêlane û li mala wan bi cih bûn. Berê çeteyên DAIŞ bi cih bibûn, niha jî Mertalên Firat hatine ketine malê û bi cih bûne. Li gund sed mal hene çeteyên Mertalên Firatê bi zorê ketine malên wan û ji wan standine. Mertalên Firatê bi eşkere diziyê dikin, gund xirab dikirin tevgerên wan ji yên DAIŞ’ê bûn. Beriya niha 10- 15 rojan ketin malan û ji her malê, nêzî 200 dolar pere girtin, diyar kirin ku yan wê 200 dolar bidin an ji wê biçin li gel Kurdan şer bikin.
ZAROKAN DIREVÎNIN Û FÎDYE JI MALBATAN DIXWAZIN
Duh ji xeberek ji me re hat, derdora saet 07:00- 08:00’an ê êvarî keçek revandine û piştre telefona bavê wê kirin dibêjin hûn pere neynin, em ê keçikê bikujin. Piştî 2- 3’ê rojan derket holê ku keçik kuştine. Derket holê ku ji bo çavê welatiyan bitrisîni ku pere nedin dor wê bên wan jî. Daxwaza me ji Hêzên Sûriya Demokatîk, El-Ekrad heye ku bi hewara me werin, me ji van çeteyan rizgar bikin. Em hêvî dikin ku werin me ji destê van çeteyan rizgar bikin. Zarokên min hinek li Kobanê ne, hinek li Girê Spî ne, hinek li Reqayê ne, ev 2 sal e min kes jê malbata xwe nedîtine. Lawê min li gund in, ez nikarim biçim bibînim, ez biçim wê min bigrin. Em welatparêz in, em dixwazin biçin li gundê xwe bijîn, gundê xwe biparêzin. Em qurbana PKK'ê bin, em tevlî fikrê Serok Apo dibin. Li vir Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Hêzên Meclîsa Leşkerî hene ,Cehbet El-Ekrad, YPG hene.
ÇETEYÊN MERTALA FIRATÊ MALBATAN JI HÛMS, REQA, ŞAMÊ TÎNIN LI GUNDÊN ME BI CIH DIKIN
Em we nas bikin û hinekî qala rewşa xwe bikin?
Ehmed Hemo ji gundê Silsimatê me. Nêzî 3- 4 sal e em ji gund derketine. Beriya em ji gund hatin, çeteyên DAIŞ'ê hatin ketin gund. Piştre Mertalên Firatê hatin gund dagirkirin. DAIŞ û Mertalê Firatê ji xwe yek bûn yanî yek hêz e. Dixwestin gundê me xera bikin, gundiyên gund hemûyan xwe veşartin. Mertala Firatê çi dike malbatan ji derve tîne ji Hûmisê, Reqa, Şamê tîne gund. Çend mal hane ez nas dikim ji bajarên din anîne gund. Tirk dixwazin li gundê Kurdan welatiyên Ereb bicih bikin, Kurdan tine bikin. Em xaka xwe bernadin û em naçin. Disa tiştek din heye dema em dibêjin Mertalên Firat û DAIŞ yek in, li Cerablûs û Babê heta Mertalên Firat nehat DAIŞ derneket hem hemû dizanin Mertalên Firat û DAIŞ yek in. Erdogan bixwe bang dike dibêje bila li herêma Ezazê û cihên din Kurd çênebin pêkhateya Kurd nebin.
FITNEYÊ DIXIN NAVA GUNDIYAN
Mertalên Firatê zext û êşkence li ser kesekî malbata te kirin?
Beriya niha yek ji gundê me hatibû, ji ber ku kurmanc bû ango Kurd bû gef lê xwarin û gotin tu Kurdî, zext û êşkence lêkirin. Li gundê me 300 mal hene bi zorê malbat ji gund derxistine. Nêzîkî 90 mal mane di gund de, yên din bi zorê ji gund derxistin. Gelek zext û gefan li welatiyan dikin. Têkiliyên navbara gundiyan xera dikin û aloziyan derdixin. Yekane kesê ku fitneyên derdixe Erdogan e û piştre jî çeteyên wan e.
KESÊN BERÊ DI NAVA DAIŞ'Ê DE BÛN, NIHA BI NAVÊ MERTALA FIRATÊ TEVDIGERIN
Hûn dikarin ji me re qala bûyerên bi serê we ve hatine bikin?
Ez Nîvmiyas Mehmûd ji Gundê Nemanê yê herêma Babê me. Em li herêma Eyzumin Berê bûn. Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê hatin gund demekê ez li wê derê mam. DAIŞ’ê gef li gundiyan dikir. Em ji gund derketin, em hatin Efrînê. Çeteyên DAIŞ'ê nêzîkî salek nîv li gundê me man. Piştre artêşa Tirk komên çeteyan a bi navê Mertalên Firatê ava kirin. Piştre Mertalên Firatê hatin gund me; me digot belkî em carek din vegerin herêmê, piştre me dît çeteyên DAIŞ û Mertalên Firatê heman tişt in. Me dît ku gelek kesên di nava Mertalên Firatê de nas dikir ku di nav çeteyên DAIŞ'ê de bûn. Gelek kes me dît ku di nav çeteyên DAIŞ'ê de bûn, dema Mertalên Firatê hatin beşdarî wan bûn û diçûn Tirkiyeyê dihatin. Welatî hemûyan ew kes nas dikirin. Ti cudahî di navbera çeteyên Mertala Firat û DAIŞ’ê de nîne. Çeteyên Mertala Firatê kiryarên DAIŞ’ê dikirin, heta gelek tiştên ji kiryarên DAIŞ’ê xirabtir bi serê welatiyên gund danîn.
Niha li gundê we çend mal hene?
Di Gundê me de niha 90 mal hene. Niha 50 mal nemane, piranî ji ber zilma çeteyên Mertala Firatê reviyane. Li gund ciwan digirtin bi tazî êşkence dikrin, ji ber wê ciwan û malbat hemû koçberî Efrîn û Kobanê bûn. Ji ber zilm û êşkenceya Mertalên Firate niha li her gund û bajarên derdor nêzî 100 malbat koçber dibin berê xwe didin Efrînê.
KES BI KÊFA XWE JI GUNDÊ XWE DERNEKETIYE; GUHERTINA DEMOGRAFIYA HERÊMÊ NE HÊSAN E
Tirkiyeyê xwest ku li herêmê demografiyek çêbike, wek gel we çi bersiv da?
Gel ji vê rewşê ne razî bû. Guhertina demografiya herêmê ne hêsan e. Gel ji kêyfa xwe gundê xwe bernadin, lê bi zorê bi êşkênce welatiyan koçber dikin. Ji ber ku gundê li herêmê dîroka wan heta hezar sal diçe. Mirovek ku gundê wî hezar sal heye bi kêyfa xwe dernakeve, lê bi zorê bi êşkence welatî ji gund derdixin. Niha ji gelek mal bi Gundê Nemanê heye bi zorê ji gund derxistine û bi zorê li malên wan bi cih bûne. Mala Mehmûd Simaîl bi zorê ketin û derxistin. Ji ber Kurmanc in, çeteyên Mertalên Firatê ketine malên gelek welatiyan. Her wiha ketin mala Macid Hemdik, tev talan kirin. Dibistan kirine navendên xwe yên leşkerî. Dema ku welatî nerazîbûn ji nîşan dide tê êşkence kirin hestiyên wan tên şikandin, 3 -4 rojan girtî dihêlin. Niha li gund li mala min bixwe jî dema êrîşê de ji ber bombeyan hinek hilweşiya, lê niha malbatekî ji Hûmisê lê bicih kirine.