Cenga mezin a li Reqayê: Şervan ketin nava taxeke din
Şervanên ku taxa El Meşleb a li eniya rojhilat rizgar kirin, ketin taxa Sabahiye ya li rojavayê Reqaniyê.
Şervanên ku taxa El Meşleb a li eniya rojhilat rizgar kirin, ketin taxa Sabahiye ya li rojavayê Reqaniyê.
Di roja 4. a operasyona rizgarkirina Reqayê de şervanên QSD'ê her bi pêş ve diçin.
Şervanên QSD'ê danê vê sibehê ketin nava taxa Sabahiye ya li eniya rojava. Li vê taxê di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk, di encama şerekî dijwar de danê vê sibehê taxa El Meşlebê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kiribûn.