ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Cenazeyên 8 şervanên azadiyê li Dêrik û Kobanê hatin veşartin
Li Şehîdgeha Kantona Kobanê cenazeyên 5 şehîdên 'Cenga Mezin' a Reqayê û cenazeyên 3 şehîdan li Şehîdgeha bajarê Dêrik a Kantona Cizirê bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin. -
Li Reqayê şerê dijwar diqewime, bi dehan sivîl hatin rizgarkirin
Li sûrên Reqa yên dîrokî di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şerê dijwar diqewime. Şervanên QSD'ê di operasyoneke taybet ya li taxa Sina a rojhilatê Reqayê de bi dehan sivîl rizgar kirin. -
Vîna mezin a ‘Cenga Mezin’…
Şervanên QSD’ê yên ku li Reqayê li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê dest bi ‘Cenga Mezin’ kirine, bi vîneke mezin şerê ji bo mirovayetiyê li stranên xwe jî dineqişînin… Va ye beşeke biçûk a ji “Cenga Mezin”… -
Şêniyên Amûdê ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan û Kongreya Starê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate lidarxistin. -
YPG'ê nasnameya 5 şehîdên Cenga Mezin eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, nasnameya 5 şervanên xwe yên di navbera 8-9'ê Hezîranê de li Reqayê di operasyona rizgarkirina bajêr de şehîd bûn, eşkere kir. -
Çeteyên Tirk top avêtin gundê Minbicê
Çeteyên artêşa Tirk a dagirker, top avêtin gundê Qerd Wêran ê Minbicê. Ji ber êrîşê, xisareke mezin a madî li mal û milkên gundiyan bû. -
YPG: 21 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin
YPG'ê diyar kir, di nava 4 rojên dawî de 21 çeteyên dewleta Tirk ji ber êrîşên xwe yên li dijî Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê hatine kuştin. -
Taxa Romaniyê ji çeteyan hate paqijkirin
Taxa Romaniyê ya ku ev du roj in bûbû qada şerekî dijwar, ji aliyê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hate rizgarkirin. -
Çeteyên ku amadekariya komkujiyê dikirin, bi saxî hatin girtin
Şervanên QSD'ê, li gundê El-Hedac ê li nêzî Tebqayê 2 çete bi saxî zevt kirin, ku van çeteyan amadekarî ji bo komkujiyê dikirin. -
Agahî ji Kurdên li Şehbayê hatine revandin nayê girtin
Li herêma Şehbayê, zêdeyî 100 Kurd beriya niha bi 4 rojan ji aliyê çeteyên 'Mertala Firatê' yên Tirk ve hatibûn revandin. Agahî ji van Kurdan nayê girtin. -
Li Reqayê şer giran e
Li taxa Romanî ya li eniya rojava ya Reqayê, ji duh êvarê û vir ve şerekî dijwar diqewime. -
Şervanên ku bajarê xwe rizgar dikin
'Rizgarkirin' gotineke ku pir bi xweşiya şervanan ve tê. Lê dema ya hatibe rizgarkirin mal û taxa şervan be, ev kêfxweşî gelekî cuda ye. Yek ji şervanên QSD'ê ku bi vê yekê kêfxweş e, Îbrahîm Xelef ê ji Reqayê ye. -
Li Tebqayê gelek çete hatin kuştin
Çeteyên DAIŞ'ê duh êvarê êrîşî cihên şervanên QSD'ê yên li rojhilatê Tebqayê kirin. -
Li Reqayê êrîşên çeteyan hate şikandin: 20 çete hatin kuştin
Êrîşên çeteyên DAIŞ′ê yên li ser kargeha şekir û taxên El-Meşleb û Romaniyê yên rizgarkirî hatin şikandin, 20 çete hatin kuştin. -
Cenazeyê şervana YPJ'ê hate veşartin
Cenazeyê şervana YPJ'ê Viyan Bahoz, li Şehîdgeha Şehîd Rustem Cûdî bi merasîmekê li kêleka xwişka xwe Bêrîtan Bahoz hate veşartin. -
Cenazeyê şervanê QSD′ê Hesen li Girê Spî hate veşartin
Welatiyên bajarê Girê Spî cenazeyê şervanê QSD′ê Ebdulezîz Hesen ê ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Şehdî Mehmûd Tume veşartin. -
Bi hezaran kesî bi yek dengî gotin: Ji Ocalan re azadî
Bi hezaran welatiyên Kantona Efrînê bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û şermezarkirina tecrîdê, daketin qadan. -
Operasyoan Reqa: Li taxa Romanî şerê dijwar di qewime
Li Taxa Romanî ya Reqa ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) berê vê sibehê ketibûn şerekî dijwar heye. -
Dîmenên şer yên li Gundê Xatûniye
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê dîmenên şer yê li Gundê Xatûniyê yê Reqayê ku di 4'ê Hezîranê de ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirîbûn, weşand. -
Operasyona Reqa: Şervan ketin taxa sêyemîn
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku duh du tax ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin, ketin taxa sêyemîn. Şer berdewam dike. -
Muslim ji bo civîna hevgirtina global bang kir
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ku wê tevlî civîna hevgirtina global a alternatîfê civîna G20’ê bibe, bang kir ku destekê bidine civînê. -
Dewleta Tirk nêzî Kobanê êrîşî nuqteyên YPG’ê kirin
Artêşa Tirk nêzî Kobanê, li dijî nuqteyên YPG’ê êrîşek lidar xist. -
Şervanên QSD'ê li Reqayê depoyên genim dorpêç kirin
Depoyên genim ên li rojhilatê Reqayê ji aliyê şervanan ve hatin dorpêç kirin û li herêmê şerên dijwar diqewimin. -
Taxa Sebehiyê ya Reqayê jî ji çeteyan hate paqijkirin
Şervanên QSD’ê, Taxa Sebehiyê ya ku dike rojavayê Reqayê jî ji çeteyên DIAŞ’ê paqij kirin. -
4 rojnamevanên ku pêngava Reqayê dişopandin birîndar bûn
4 rojnamevanên ku Pêngava Azadkirina Reqayê dişopandin, li Taxa El-Meşleb birîndar bûn.