Tumena 17’emîn a dikeve bakurê Reqayê hate rizgarkirin
Baregeha 17’emîn a dikeve bakurê Reqayê, ji aliyê şervanê QSD’ê ve hate rizgarkirin.
Baregeha 17’emîn a dikeve bakurê Reqayê, ji aliyê şervanê QSD’ê ve hate rizgarkirin.
Li gorî agahiyê hatin gitin, piştî şerê dijwar û şûnde, Baregaha 17’emîn a ku yek ji navendên stratejîk ê ji bo çeteyan ku kêlometreyekê dikeve navenda Reqayê, ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate rizgarkirin. Bi vê pêngavê şervanên QSD’ê li bakurê bajarê Reqayê ber bi navenda Reqayê ve pêşve diçin.
Her wiha şervanên QSD'ê Kargehekî Şekir jî rizgar kirin.
Li aliyê din tevî mayînên ku çeteyan danîn jî şervan li eniya rojhilat pêşve diçin. Şervanên ku li Taxa El Meşleb a ku dikeve rojhgilatê bajêr, bi qasî 850 metreyan pêş ve çûne, di navbera wan û çeteyan de şerê dijwar diqewimin. Di şerê qewimî de 16 çete hatin kuştin, cenazeyê 6 çetan jî ketin destê şervanan.