Êrîşa hewayî li dijî Îranê pêk hat

Li bajarên cur be cur ên Îranê dengê teqînan hate bihîstin. Li Necefabad’ê di êrîşa li ser ambûlansekê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Artêşa Îsraîl jî ragihand ku wan li ser Tehran û cihên leşkeri yên li rojavayê Îranê êrîşên hewayî pêk anîn.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, li hin bajarên welêt dengê gelek teqînan hate bihîstin. Hat diyarkirin ku teqîn li bajarên Tebrîz, Kirmanşah û Savucbolagh pêk hatin.

Televizyona dewletê ya Îranê jî ragihand ku li bajarê Necefabad a girêdayî eyaleta Îsfahanê, êrîşî ambûlanseke li ser wezîfeyê hate kirin û di bûyerê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li aliyê din, artêşa Îsraîlê ragihand ku li dijî rojavayê Îranê û paytexta wê Tehranê êrîşên hewayî pêk anîne. Di daxuyaniya hatî dayîn de, hate îdîakirin ku balafirên şer ên Îsraîlê li hin binesaziyên leşkerî yên li Tehran û rojavayê welêt xistine.