Li Şedadê cenazeyên 5 şervanên azadiyê hatin veşartin

Welatiyên bajarê Hesekê cenazeyên 5 şervanên QSD′ê yên ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, li herêma Şedadê veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê û herêma Şedadê cenazeyên şervanên QSD′ê Welîd Hesûnî (Harûn), Samî Meter Hesûnî (Esmer), Xanim Hesen, Ehmed Salih û Ehmed Mihemed ji Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û ber bi herêma Şedadê ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşerkî ve destpê kir. Piştre fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed Ebû Xewla axivî, sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest.

Fermandarê YPG′ê Rojhat Hesekê jî soza şopandina rêya têkoşeran da.

Di dawiya merasîmê de, nasnameyên şehîdan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.

 Cenazeyên şervanan bi dirûşman ve hatin veşartin.