Çekên artêşa Tirk li Reqayê jî hatin dîtin

Çekên ku dewleta Tirk dan çeteyên DAIŞ'ê, li Reqayê bi dest ketin.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li taxa El Meşleb a li rojhilatê Reqaqyê, çekên artêşa Tirk a dagirker, ku çeteyên DAIŞ'ê li dû xwe hiştin, bi dest xistin.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk, dema ku li taxa El Meşleb a li rojhilatê Reqayê karê lêgerîn û paqijiyê dikirin, çek û cebilxaneyên çeteyan dîtin. Ev çekên hatine dîtin, çekên artêşa Tirk in.

Şervanên QSD'ê berê jî li gelek herêmên ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin, çek û cebilxaneyên bi taybetî ji aliyê artêşa Tirk ve tên çêkirin, dîtibûn.