Li Reqayê gelek sîvîl hatin rizgarkirin
Şervanên QSD’ê yên ku li Taxa Mişlebê ya Reqayê bi pêş ve diçin gelek sîvîl rizgar kirin.
Şervanên QSD’ê yên ku li Taxa Mişlebê ya Reqayê bi pêş ve diçin gelek sîvîl rizgar kirin.
Di Cenga Mezin ê Rizgarkirina Reqayê de şervanên QSD’ê bi qasî 500 metreyan li Taxa Mişlebê ya rojhilatê bajêr bi pêş ve çûn û gelek sîvîl rizgar kirin.
Şervanên QSD’ê li Keleha Harkalahê ya li rojavayê Reqayê jî alaya QSD’ê daliqandin û ji aliyê rojava ve bi pêş ve diçin.