Ji CÎK'ê banga ji bo mîtînga li Kolnê
Serokê Giştî yê CÎK'ê Şevket Çakir ji bo mîtînga li bajarê Koln ê Elmanyayê banga tevlîbûnê kir ku wê bi wesîleya salvegera 100'emîn a darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî bê lidarxistin.
Serokê Giştî yê CÎK'ê Şevket Çakir ji bo mîtînga li bajarê Koln ê Elmanyayê banga tevlîbûnê kir ku wê bi wesîleya salvegera 100'emîn a darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî bê lidarxistin.
Serokê Giştî yê CÎK'ê Şevket Çakir bang li Kurdistaniyên li Ewropayê kir ku tevlî mîtîngê bibin. Çakir got, "Di ser darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî re sed sal derbas bûn. Mîrateya wan a berxwedanê rê nîşanî gelê Kurd dide."
Çakir bi bîr xist ku Şêx Seîd beriya darvekirinê got, "Ez zanim ku hûn ê min darve bikin, lê belê hûn jî zanibin ku neviyên me wê tola me hilînin" û destnîşan kir ku ev gotin bû dirûşma sed salî ya gelê Kurd. Çakir got, "Gelê Kurd bi sed hezaran berdêl da, can da, dîsa jî serî netewand" û anî ziman ku divê ew xwedî li dîroka vê têkoşînê derkevin.
Çakir bi bîr xist ku weke CÎK'ê wan li Ewropayê navê Şêx Seîd li mizgeftekê kirin, heta niha gelek çalakiyên bîranînê lidar xistin, lê belê bernameya îsal 'dîrokî' ye. Çakir got, "Em ê îsal ne tenê bîranînekê lidar bixin, di heman demê de em ê hişê xwe yê berxwedanê bilind bikin."
Di dewama axaftina xwe de Çakir bi bîr xist ku weke Şêx Seîd li Rêber Apo jî di 29'ê Hezîranê de cezayê darvekirinê hate birîn û got, "Ev yek tesadûfî nîne, peyameke polîtîk e." Çakir got, "Dewlet dixwaze kî bi navê gelê Kurd daxwaza maf û lîderiyê bike, dixwaze ceza bike. Gelê Kurd jî divê li hemberî vê yekê xwedî li lîderên xwe û dîroka xwe derkeve."
Çakir ji bo mîtînga li Kolnê bang li gelê Kurd ên ji çar parçeyan û bi taybetî jî Kurdên li Elmanya û Ewropayê kir ku tevlî bibin.