YPG'ê nasnameya 6 şehîdan eşkere kir

Navenda YPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameya 6 şervanên xwe yên ku li cih û di demên cuda yên Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 6 şervanên xwe ku di cih û demên cûda de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.

Daxuyaniya YPG'ê wiha destpê dike; "Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku pêngava Xezeba Firatê bi awayek serkeftî temam kir bi pêngava “Cenga Mezin” ku di 6’ê Hezîranê de ragihandibû, ji bo rizgarkirina navenda Reqa û gelê herêmê gav bi gav berdewam dike. Şehîdên me yên qehreman ku Pêngava Xezeba Firatê bi serxistin îro jî şopdarên wan şehîdan bi “Cenga Mezin” re qaşo paytexta DAİŞ’ê Reqa de tekoşînek bê navber didin meşandin.

Navenda YPG’’ê di dewama daxuyaniya xwe de ev agahî parvekir:

'3'Ê HEVALÊN ME LI GUNDÊN CÛDA YÊN REQAYÊ ŞEHÎD KETIN'

“Çawa ku bi destpêkirina pêngava yekem de di oxira rizgarkirina bajarê Reqa de hevalên me bi coşek mezin şer kirin û şehîd ketibin jî, ji bo rizgarkirina Reqa jî hevalên me bi coş û biryardariyek mezin şer kirin û şehîd ketin. Li gûndên cuda yê Reqa yê, 3 hevalên me ku dema bi DAİŞ’ê re şer dikirin şehîd ketin.

'LI GUNDÊ EZAWÎ YÊ GIRÊDAYÎ ŞEDADÊ, HEVALEK ME ŞEHÎD KET'

Li Gundê Ezawê yê girêdayî Şedadê ku gelek caran çeteyên DAIŞ'ê êrîş kirin, lê her çi êrîşa wan vala hatiye derxistin. Çeteyan carek din êrîşî gund kirin, çeteyên ku rastî berxwedana şervanên me YPG’ê û YPJ’ê hatin careke din têk çûn. Di êrîşên dawî de a ku şervanên me vala derxistin û çeteyan têk birin hevalekî me bi qehremanî şer kir û şehîd ket.

‘2 HEVALÊN ME DI ENCAMA QEZAYÊ DE ŞEHÎD KETIN'

Di heman demê de 2 hevalên me li gundê girêdayî Serêkaniyê Libya de dema li ser karê xwe bûn di encama qezayê de şehîd ketin.

Em wek YPG û YPJ hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîrtînin . Di serîde malbatên şehîdan hemû gelên welatparêz re sersaxî dixwazin û em ji bo bi serxistina “Cenga Mezin” wek her caran soza bi awayek aktîf tevlîbuyînê dûbare dikin.

AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASANMEYAN

Nasnameyên şervanên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

https://www.ypgrojava.org/upload/gallery/1497013549-MEMO_KERAME_-_EBDULAH_HEDAD.jpg

 

Nasnav: Memo Kerame

Nav û Paşnav: Ebdulah Hedad

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Ziyab

Cihê Jidayikbûnê: Kerema/Reqa

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Cezre /Reqqa- 5’ê Hezîrana 2017

 

https://www.ypgrojava.org/upload/gallery/1497013908-NADIR_XRO_-_RHAT_XRO.jpg

 

Nasnav: Nadir Xêro

Nav û Paşnav: Şêrhat Xêro

Navê Dayikê: Semîra

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Ezawî / Şedadê-  6’ê Hezîrana 2017

 

https://www.ypgrojava.org/upload/gallery/1497013964-RDUR_DEVRiM_-_DOAN_YILMAZ.jpg

 

Nasnav: Rêdûr Devrîm

Nav û Paşnav: Dogan Yilmaz

Navê Dayikê: Bedriye

Navê Bav: Bakî

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Lîbya /Serêkaniyê- 5’ê Hezîrana 2017

 

https://www.ypgrojava.org/upload/gallery/1497014032-ROHAT_FARAN_-_MURAT_ABO.JPG

 

Nasnav: Rohat Faraşîn

Nav û Paşnav: Murat Abo

Navê Dayikê: Sabriye

Navê Bav: Hasan

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Lîbya / Serêkaniyê -5’ê Hezîrana 2017

 

https://www.ypgrojava.org/upload/gallery/1497014091-SEYFEDN_HESEK_-_BASIL_RAXIB.jpg

 

Nasnav: Seyfedîn Hesekê

Nav û Paşnav: Basil Raxib

Navê Dayikê: Emda

Navê Bav: Raxib

Cihê Jidayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Oca / Reqa -4’ê Hezîrana 2017

 

https://www.ypgrojava.org/upload/gallery/1497014147-VIYAN_BAHOZ_-_SHAM_EBAS.JPG

 

Nasnav: Viyan Bahoz

Nav û Paşnav: Sîham Ebas

Navê Dayikê: Sebah

Navê Bav: Qedrî

Cihê Jidayikbûnê: Dirbêsiyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa / 7’ê Hezîrana 2017