ROJEVA 23'Ê HEZÎRANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo û Kongreya 12'emîn a PKK'ê wê werin şopandin.
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd konferansa xwe ya 3'yemîn lidar xist. Jinên beşdarî konferansê bûn gotin, "Yekîtî nebe nabe. Di pêvajoya aştî û jinûve avabûnê de em hêmanên rasteqîn in."
Zanyarê siyasetê Mehmet Zahîr Saritaş got, di demekê de ku li Rojhilata Navîn hevsengî jinûve ava dibe, çareseriya pirsgirêka Kurd gelekî girîng e.
Serokê Giştî yê CÎK'ê Şevket Çakir ji bo mîtînga li bajarê Koln ê Elmanyayê banga tevlîbûnê kir ku wê bi wesîleya salvegera 100'emîn a darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî bê lidarxistin.
Êrîşên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Şerê Îsraîl û Îranê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
Li Şêxanê ku du salan bê navber dar lê hate birîn, daristan ji nû ve şîn bû. Li qada ku kesk bûye, di nava du salan de gelek darên ciwan hatibûn birîn.