Karîkaturên li ser berxwedana Kobanê êdî bi Elmanî ne

Karîkaturên Mîchele Rech ê ji Îtalyayê (Zerocalcare), ku qala berxwedana Kobanê dikin, bi zimanê Elmanî jî hatin çapkirin.

Karîkaturîstê Îtalyayî Mîchele Rech (Zerocalcare), ku di dema êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya dijî Kobanê de çû Pirsûsê û destek da berxwedanê, li ser berxwedana Kobanê karîkatur xêz kir. Ev karîkaturên Zerocalcare, bi zimanê Elmanî jî hatin çapkirin.

Pirtûk bi navê "Kobane Callîng" (Kobanê bang dike" hate çapkirin û mîna rêze fîlmekî li ser berxwedana Kobanê ye.

Navê xwe yê hunerî Zerocalcare ye... Nivîskarê blogê û karîkaturîst Mîchele Rech ê 34 salî, yek ji karîkaturîstê navdar ê siyasî yê Îtalyayê ye. Di Cotmeha 2014'an de dema çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Kobanê kirin û şerekî dijwar lê qewimî, Zerocalcare çû Pirsûsê û piştgirî da berxwedana Kobanê.

Zerocalcare demekê li ser sînorê Bakur-Rojavayê Kurdistanê ma û li vê derê dest bi xêzkirina karîkaturên li ser Kobanê kir. Beşek ji van karîkaturan, di nava 2 salên bihurî de li kovara heftane ya Îtalyayê Internazîonalê hatin weşandin. Ji ber ku van karîkaturan gelekî bal kişandin, li gel weşandina di kovarê de her wiha weke pirtûkekê hatin çapkirin.

KARÎKATURÊN LI SER BERXWEDANA KOBANÊ

Pirtûk di demeke kin de qediya. Ji ber vê yekê gelek caran ji nû ve hate çapkirin. Hatineya ji van karîkaturan, ji bo ji nû ve avakirina Kobanê hate şandin. Zerocalcare, bi 8 hezar Euro yê ku ji karîkaturên xwe bi dest xist, ûltrasonofiyek kirî û radestî nexweşxaneya biçûk a li Kobanê kir.

Pirtûka bi navê "Kobanê bang dike" piştî Îtalyayê li Elmanyayê jî gihîşt ber destê xwendevanên xwe. Pirtûka ku ji 272 rûpelan pêk tê, ji aliyê Weşanxaneya Avantê ya li Berlînê ve hate çapkirin.

Karîkaturîst Mîchele Rech, tiştên li ser sînorê Kobanê dît, di pirtûka xwe de nivîsand. Hezkiriyên karîkaturê dikarin bi rêya vê pirtûkê şerê Miştenûrê, têkoşîna azadiyê ya Kurdan û berxwedana li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê hîn bibin.

Mirovên bixwazin dikarin pirtûka 'Kobanê bang dike' ji vir bixwaze:

http://www.avant-verlag.de/comic/kobane_calling