Şehîdên Reqayê li Hesekê hatin veşartin
3 şervanên di operasyona rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li Hesekê hatin veşartin.
3 şervanên di operasyona rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li Hesekê hatin veşartin.
Cenazeyên şervanên YPG'ê Basil Ratib Ratib (Seyfedîn Hesekê) û Şêhan Mihemed Xêr (Nadir Hesekê) û endamê Hêzên Asayîşê Xalid Sînan Hemû yên di operasyona rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li Şehîdgeha Şehîd Dijwar hatin veşartin. Di merasîmê de nasnameya şervanê YPG'ê Cîhad Ebdulselam (Dilbirîn Kaniye) yê di heman operasyonê de şehîd bû, hate eşkerekirin.
Bi sedan welatiyên bajarên Hesekê cenazeyan şehîdan ji avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan rakirin û berê xwe dan Şehîdgeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê yê Hesekê.
Dayikan birinc û şekir li ser darbestên şehîdan reşandin. Li ser rêya goristanê, girseya gel ji wesayîtan peya bû, cenaze hildan ser milan û bi qîrîna dirûşman gihîşt şehîdgehê. Piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Zerga Mihemed axivî, her çar şehîd bibîr anî û diyar kir, ew ê li ser şopa wan bin.
Di dewama merasîmê de li ser navê YPG'ê Zekî Kobanê axivî û got, şervanên YPG/YPJ'ê û QSD'ê yên soz dane gelê xwe ku wan ji zilmê rizgar bikin, ji bo soza xwe pêk bînin xwîna xwe feda dikin. Kobanê da zanîn ku pêngava rizgarkirina Reqayê beşek ji pêkanîna sozên ku şervanan daye gelê xwe. Zekî Kobanê di dawiya axaftina xwe de soza da ku ew ê li ser şopa şehîdan bin.
Di merasîmê de her wiha nasnameya her çar şehîdan hate xwendin û wesîqeyên şehadetê radestî malbatan hate kirin.
Li ser navê Asayîşa Hesekê Ehmed Şemdîn axivî û diyar kir, serketin û berxwedana li Bakurê Sûriyeyê bi saya têkoşîna hemû gelên herêmê û şehîdan e.
Di merasîmê de her wiha li ser navê malbata Şehîd Dilbirîn mamê wî Ebdulrehîm û li ser navê şehîd Xalid, Îsmaîl Hemo axivîn. Qisekeran dilsoziya xwe ya bi rêya şehîdan nîşan dan.
Piştî axaftinan girseya gel cenazeyên 3 şehîdan li ber dirûşman spart axê.