Dewleta Tirk li Şehbayê komek çeteyên din ava dike
Dewleta Tirk, polîtîkayên xwe yên dagirkirinê didomîne. Dewleta Tirk a ku li herêma Şehbayê komekî din a çete ava dike, êrîşî qadên hatî azadkirin dikin.
Dewleta Tirk, polîtîkayên xwe yên dagirkirinê didomîne. Dewleta Tirk a ku li herêma Şehbayê komekî din a çete ava dike, êrîşî qadên hatî azadkirin dikin.
Artêşa Tirk, ji bo ku êrîşî qadên hatî azadkirin bikin komekî nû ya bi navê Ehîl El Diyar ava kir. Di bin vî navî de ji tabûrên li Ezazê hejmarek diyar a taburên çeteyan cih digirin.
Di dîmenên li ser Li ser malperên Tevna civakî hatine belavkirin de , diyar dibe ku komek çete daxyaniyekê dixwîne û avakirina odeya çalakiyan a wan tabûrên çekdar, radighînin û dibêjin wê şerê Artêşa şoreşgeran li gund û bajarokên rizgarkirî bikin.
ARTÊŞA ŞOREŞGER BERSIV DA
Çavkaniyekî ku agahî da ANAH’yê, diyar kir ku odeya çalakiyan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve tê destke kirin û artêşa Tirk dixwaze bi rêya vê odeyê re pîlanên xwe ya dagirkeriyê pêk bîne.
Çeteyan piştî daxuyanî dan, êrîş bajaroka Arfed (Til Rifeet) û gundê Şêx Îsa û Bêloniyê kir. Şervanên Artêşa Şoreşgeran bersiva êrîşan dan û wesayîtek Bîk Up a çeteyan rûxandin.
Artêşa Tirk a dagirker, avakirina rêze komên çeteyên nû li herêmên dagirkirine didomîne, herêmên hatine dagirkirin tijî komên çekdar bûne, her yek bi navekî cudaye, talanê, dizî û qetilkirinê li gorî xwe pêk tîne.