Şervanên QSD'ê gundên Ebû Asî û Mişêrfa jî rizgarkirin

Hêzên QSD’ê li bakur rojavayê Tebqayê gundên Ebû Asî, Mişêrfa û depoyên genim ji çeteyan rizgar kirin.

Şervanên QSD’ê piştî xeta parastinê ya rojhilatê Tebqayê xurt kirin, niha li bakurê Tebqayê jî ket nava tevgerê. Şervanan îro di saetên piştî nîvroyê de, berê xwe dan gundên Ebû Asî yê 18 km û Mişêrfa yê 17 km dikevin bakur rojavayê Tebqayê.

Di encama şerê li herêmê qewimî de, her du gund ji çeteyan hatin rizgarkirin. Piştre jî şervanan berê xwe dan depoyên genim ên nêzî gundê Mişêrfa, piştî şerê 2 saetan dom kir, depo jî  hate rizgarkirin.

Di şer li vê herêmê rûdayî de gelek çete hatin kuştin, lê têkildarî hejmarê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.