Hamzawî diyar kir, ew li benda rizgariya bajarê xwe ye, bi azadbûnê re ew ê li mala xwe vegere, eger mala wê hilweşiya be jî ew ê li şûna xaniyê xwe konekî vede û li wir bijî. Hamzawî anî ziman, li Reqayê çeteyên DAIŞ'ê hewl didan wê bigirin, ji bo nekeve nava lepên wan, her rojê li malekê maye. Hamzawî anî ziman, şervanên jin, şêniyên Reqayê û civaka Ereb demokratîk dikin û destnîşan kir, ku ew berdêla her tiştî deyndarê şervanên jin in, ku ji bo azadiyê xwe dikin sîper.
JI DAIŞ'Ê REVIYA
Ji malbateke sê xwişk û çar bira, li Reqayê ji dayik bû. Li Reqayê çû dibistanê û li wir mezin bû. Ji zarokatiya xwe ve bala wê li ser helbestan bû û ji hingî ve helbestan dinivîsîne. Pênc pirtûk nivîsand. Pirtûkên wê yên helbestan ên bi navê Limen, Esavir û Ya Ebi hatin weşandin. Du pirtûkên wê hê nehatine weşandin. Helbestvana ji Reqayê Jalaa Hamzawî, tevî nivîsandina helbestan, wêneyan jî saz dike. Berî niha bi 20 rojan, li taxa Cemîle ku lê ji dayik bû û mezin bû, dima. Berî 20 rojan, rêyek dît û ji Reqayê reviya. Jalaa Hamzawî, der barê pêngava hêzên QSD'ê ya ji bo rizgarkirina Reqayê de got, "Dema ku bajarê me, kolanên me, malên me ji bin zilma DAIŞ'ê hatin rizgarkirin, gava ku azad bûn, em ê li axa xwe vegerin. Ez ê vegerim mala xwe. Mala me xera bû be jî, ez ê li şûna wê kon vedim û li cihê ku bîranînên min ên zarokatiyê lê ne, bijîm."
'DIXWAZIM LI MEYDANÊ, WÊNE XÊZ BIKIM'
Hamzawî diyar kir, dema ku çû bajarê xwe yê azad, ew ê li ber Kûleya Saetê ya li navenda bajêr rûnê, pişta xwe bispêre dîwarê wê û wêneyê azadiyê saz bike. Hamzawî li ser zext û zilma DAIŞ'ê jî wiha got: "Zilmeke mezin li me hate kirin. Carna gotinan peyda nakim ji bo karibim bi wan qala bûyerên bi serê me ve hatine bikim. Lê niha dibînim, li pişt van êşên giran, azadî heye. Ji ber ku şervanên QSD'ê şev û roja xwe kirine yek, bedena xwe kirine sîper û hewl didin me û axa me rizgar bikin. Berdêlên gelekî giran didin."
'ZAROKÊN REQAYÊ TOLÊ HILTÎNIN'
Hamzawî got, "Ji ber ku zarokên bajarê me tevlî şerê rizgarkirina bajêr bûn şervanên jin pir jê bibandor bûn. Her wiha bandor lê kir ku di jiyana me de demokrasî, jin û mafê mirovan bi pêş bikeve". Hamwazî diyar kir, zarokên Reqa niha ji zilm, barbariya DAIŞ'ê tolê dihilînin û got: "Em li bendê bûn ku hêzên QSD'ê bajarê me rizgar bike. Ji Ronahî TV ku bi dizîka me lê dinerî me fêhm dikir ku QSD gihaştiye kû derê. Pir kêfa me dihat ji ber ku nêzîktir dibûn. Xwezî beriya niha em rizgar bikirana. Heta ku hêz gihaştin vir pir dem derbas bû. Ji bo vê jî me zêdetir êş ditin."
Hamwazî bi rêwitiyeke tije serborî ji Reqa ya di bin zilma DAIŞ'ê de derket. Rêwitiya wê ya ji meha Adarê ve dest pê kirî pêşî diçe gundê El Mezyûnê yê li nêzîkî Hatuniyê. Dema ku QSD ji bo gund azad bike tevdigere, ji bo ku ji qada şer derkeve diçine nêzî gundên Xeyala. Gundî yên ku ji şer reviyan diçine nêzî gundên Xeyala û kampekê ji xwe re çêdikin.
Şevekê dema ku çeteyên DAIŞ'ê êrîş dibine ser kampê û dişewîtinin diçine gundê Selhebiyê yê di bin zilma DAIŞ'ê de. Hamwazî dibêje bi reva wiha xwe gihandine qadên azadkirî û wiha didomîne: "Carinan rojekê, carinan sê rojan û carinan pênc rojan li deveran man. Herî dawî em çûne Mezar El Celaayê ku beriya bi 20 rojan hatibû azadkirin, niha hê jî em li wir in."
'PÊNGAVA QSD'Ê PIR BERFIREH E'
Hamzawî got, "di bin zilma DAIŞ'ê de jiyan pir zehmet bû. Hem ji bo ku endama Yekîtiya Helbestkaran bûm û hem jî helbestkareke jin bûm rojên giran min dîtin" û got DAIŞ ketiye pey wê, ji bo ku nekeve destê DAIŞ'ê tim mala xwe diguhart.
Hamwazî got, 'Destpêkirina pêngava azadkirina Reqa ya ji hêla QSD'ê ve ez giriyandim' û wiha dom kir: "Ji bo ku ji destê DAIŞ'ê bajarê me, xaka me ya ku em lê çêbûne bistînin canê xwe didin. Min dît ku haziriyeke baş hatiye kirin. Min dît ku pêngav ne tenê pêngava azadkirineke çekdarî ye. Ev pêngava pêngaveke wiha ye ku hêlên wê yên civakî, sosyal û kulturî hene û li dijî DAIŞ'ê hêrseke mezin. Ji ber ku wan êşeke mezin da me. Ên ku di pêngavê de cih digirin zarokên ji herêma me ne. Her yek ji wan teqez êş ji destê DAIŞ'ê dîtine."
DAIŞ barbar e, komkuj e, talanker e. Kirinên ku ji hêla dinyayê ve terorîst têne dîtin dike û rêxistineke pir taloke ye û êşeke mezin dide mirovan. Ji bo vê jî kê ew kiribin bela serê me bila Xwedê cezayê wan bide wan."