ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
PDK'ê nehişt şandeya Başûr tevlî forûma Efrînê bibe
Şandeya Başûrê Kurdistanê ya ji bo tevlî "Forûma Guhertina Demografîk û Paqijkirina Etnîkî ya li Efrinê" bibe çû deriyê Sêmalka, ji hêla PDK'ê ve hate astengkirin. -
MLKP: Şehîd ronahiya rêya me ne
MLKP'ê ji bo bîranîna Şehîdên Meha Mijdarê merasîmek li dar xist. Nûnerê MLKP'ê Baran Serhat got, "Ew ronahiya rêya me ne, hêvî û berxwedêriyê me xurt dikin." -
Li Bilbilê 3 çete hatin kuştin
Şervanên YPG/YPJ'ê li gundê Heyama yê navçeya Bilbilê ya Efrînê, li dijî nuqteyeke koma çete ya bi navê Feylaq el-Mecîdê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn. -
Li herêma Cizîrê lehî rabû
Li herêma Cizîrê ya Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber baranê li gelek cihan lehî rabû. -
QSD’ê bi sedan sivîl rizgar kir
Şervanên QSD’ê bi sedan sivîlên di destê DAÎŞ’ê de rizgar kir. -
Nasnameya 17 şehîdên ‘Şerê Tinekirina Terorê’ hatin eşkerekirin
YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 17 şervanên YPG’ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de li endiya Hecîn a Dêra Zorê şehîd bûne eşkere kir. -
Êrîşa çeteyan a li Hecînê hate şikandin
Çeteyên DAÎŞ'ê êrîş bire ser qadên ku şervanên QSD'ê lê dimînin. Di şer de 23 çete hatin kuştin, êrîş hatin şikandin. -
Riyad Derar: Armanca Tirkiyê ew e ku beşek xak ji Sûriyê bike
Hevserokê MSD'ê Riyad Derar diyar kir Rûsya, Îran dewleta Tirk berbi şerekî ya bi navenda Sûriyê ve tehf didin û got hedefa sereke ya dewleta Tirk jî parçekirina Sûriyê ye û beşek xakê ji Sûriyê veqetîne. -
QSD’ê ji bo sivîlan li Dêra Zorê korîdorekî ya ewlehiyê vekir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li bejahiya Dêra Zorê ji bo rizgarkirina sivîlan korîdoreke ya ewlehiyê vekir. -
Pêngava Bagera Cizîrê: Êrîşa çeteyan hate şikandin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbic û Ceyş El-Swar ên di Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de cih digirin, êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser nuqteyên wan şikandin. -
Serçeteyê DAÎŞ’ê Ûsama Iweyîd El-Salih hate girtin
QSD’ê ragihand ku bi operasyonake ya ji aliyê yekîneyên wan ên taybet ve hate kirin, çeteyê bi navê Ûsama Iweyid El Salihî yê plansazê zêdeyê 40 êrîşên cuda, hatiye girtin. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Egîd hate veşartin
Welatiyên navçeya Amûdê ya Qamişlo cenazeyê şervanê YPG’ê Ebdulmihsin El-Eryan (Egîd Amûdê) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Îsmaîl veşartin. -
Cenazeyê 10 şehîdên ‘Bagera Cizîrê’ hatin veşartin
Welatiyên Serêkaniyê cenazeyê 10 şehîdên ‘Bagera Cizîrê’ bi merasîmekê li goristana şehîdan a Serêkaniyê veşartin. -
Şervanên QSD'ê li Hecînê zêdeyî 100 sivîl rizgar kirin
Şervanên QSD'ê îro bi operasyoneke taybet zêdeyî 100 sivîl li bajarokê Hecînê rizgar kirin. -
2 çeteyên dewleta Tirk li Efrînê hatin kuştin
Li gundê Ze'rê yê navçeya Bilbilê ya Efrînê, hêzên YPG/YPJ'ê kemîn danîn ber çeteyên Sûltan Mûrad. Di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin. -
Şêwirmendê de Mîstûra Egeland: Em bi ser neket!
Şêwirmendê Staffan de Mîstûra Jan Egeland, beriya ku dest ji wezîfeya xwe berde cara dawî derket pêşberî çapemeniyê û got, ew li Sûriyeyê bi ser neketine. -
Encamnameya Komxebata Diyaloga Sûriyeyê eşkere bû
Encamnameya Komxebata Diyaloga Sûriyeyê hate eşkerekirin, ku bi pêşengiya MSD'ê bi dirûşma "Em Sûriyeyê ji nû ve ava bikin û bi pêş ve bibin" hate lidarxistin. -
Şehîdên Bagera Cizîrê li Til Temirê spartin axê
Bi hezaran welatiyên herêma Til Temirê cenazeya du şehîdên YPG’ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, li Goristana şehîdan a Til Temirê veşartin. -
Li navçeya Cindirêsê ya Efrînê 2 çeteyên dagirker hatin kuştin
YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku hêzên wan li navçeya Cindirêsê ya Efrînê di çarçoveya Berxwedana Serdemê de 2 çeteyên dagirker kuştine. -
YPG’ê têkildarî şehadeta şervanan ev agahî parve kir
YPG’ê nasnameya 10 şervanên di Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de li Dêra Zorê û şervanekî li Holê di encam êrîşekî sekvaniyê de şehîd bûbûn, eşkere kir. -
De Mîstûra bi nûnerên saziyên civaka sivîl ên Sûriyeyê re rûnişt
Staffan de Mîstûra bi nûnerên saziyên civaka sivîl ên Sûriyeyî re hevdîtin kir. Di daxuyaniya piştî hevdîtinê de bang hate kirin ku saziyên civaka sivîl ên Sûriyeyî jî cihê xwe di nava Komîsyona Destûra Bingehîn a bi çavdêriya NY'ê bigirin. -
'Em li ser paşeroja Sûriyeyê diaxivin'
Delegeyên ku tevlî komxebata li Eyn Îsa ya mûxalefeta Sûriyeyê bûn gotin, "Di civîna Astanayê de dewlet li ser berjewendiyên xwe dixivin. Em jî li ser paşeroja Sûriyeyê nîqaş dikin." -
Li Dêra Zorê piştgiriya li pişt eniya şer
Ji bo operasyona rizgarkirina bajarokê Hecînê ji dagirkeriya DAÎŞ'ê, mirovên ji her pîşeyî yên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destekê didin Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD). -
Roja yekem a Komxebata Diyaloga Sûriye bi dawî bû
Roja yekem a Komxebata Diyaloga Sûriye ya bi pêşengtiya MSD’ê de pêk hat, bi dawî bû. Rûniştina sêyem bi nirxandina mijara bi sernavê ‘Mijara Aboriya Sûriye û projeyên herî baş ên ji bo siberoja Sûriyeyê’ bi dawî bû. -
Di komxebata Diyaloga Sûriyeyê de, projeyên ji bo Sûriyeyê tên nirxandin
Rûniştina sêyemîn a Komxebata Diyaloga Sûriye ya MSD pêşengtiya wê dike de, bi sernavê ‘Mijara Aboriya Sûriye û projeyên herî baş ên ji bo siberoja Sûriyeyê’ dewam dike.