Li navçeya Cindirêsê ya Efrînê 2 çeteyên dagirker hatin kuştin

YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku hêzên wan li navçeya Cindirêsê ya Efrînê di çarçoveya Berxwedana Serdemê de 2 çeteyên dagirker kuştine.

YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku hêzên wan li navçeya Cindirêsê ya Efrînê di çarçoveya Berxwedana Serdemê de 2 çeteyên dagirker kuştine.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Di çarçoveya Pêngava Duyemîn ya Berxwedana Serdemê de li Efrînê çalakiyên hêzên me yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên çeteyên wê didomin. Di vê çarçoveyê de;

Di 26’ê Mijdarê de li gundê Kefer Sefrê ya ser bi navçeya Cindirêsê ve yekîneyeke me li dijî çeteyên koma çete ya Ehrar el-Şam çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin. Yek ji wan çeteyên ku hatiye kuştin navê wî Ebû Sitêf el Humsî ye.”