Li Bilbilê 3 çete hatin kuştin

Şervanên YPG/YPJ'ê li gundê Heyama yê navçeya Bilbilê ya Efrînê, li dijî nuqteyeke koma çete ya bi navê Feylaq el-Mecîdê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser çalakiya li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava Berxwedana Serdemê de çalakiyên şervanên wan ên li Efrînê dewam dikin.

Li gorî daxuyaniyê, 30'ê Mijdarê li gundê Heyama yê navçeya Bilbilê, li dijî bendeke kontrolê ya koma çete ya bi navê Feylaq el-Mecîd çalakiyek hate lidarxistin.

Hate gotin, di vê çalakiya tîmeke YPG'ê de 3 çete hatine kuştin, 2 çete jî birîndar bûne.