Encamnameya Komxebata Diyaloga Sûriyeyê eşkere bû

Encamnameya Komxebata Diyaloga Sûriyeyê hate eşkerekirin, ku bi pêşengiya MSD'ê bi dirûşma "Em Sûriyeyê ji nû ve ava bikin û bi pêş ve bibin" hate lidarxistin.

Komxebata li bajarê Eyn Îsa yê Girê Spî pêk hat, bi xwendina encamnameyê qediya. Encamname ji aliyê Endamê Şepêla Çep a Şoreşger a Sûriyeyê Xiyas Neyîs ve hate xwendin.

Encamnameya komxebatê wiha ye:

"Li ser vexwendina Meclîsa Sûriyeya Demokratîk hejmarek hêzên opozîsyona Sûriyeyê ya niştimanî ya laîk a Demokratîk, partî, kesayetên serbixwe û çalakvanên civaka sivîl rojên 28/29'ê Mijdara 2018'an li bajarokê Eyn Îsayê li hev kom bûn. Danûstandin bi dirûşmeya "Ji bo avakirin û pêşxistina Sûriyeyê' pêk hatin. Ev danûstandin duyemîn e ku ji aliyê Meclisa Sûriyeya Demokratîk ve tê lidarxistin.

Beşdaran dozên cewherî yên li ser paşeroja gelê Sûriyeyê, mijara mirovahî ji gelek aliyan ve gotûbêj kirin. Mijarên ku hatin nîqaşkirin: Di aloziya Sûriyeyê de pirsgirêka mirovahiyê, şeklê hikumetê di pergala nenavendî û demokratîk de, modêla Rêveberiya Xweser, mijara aborî û şeklê wê yê herî guncaw ji bo Sûriyeya paşerojê, destûra bingehîn a Sûriyeyê û rêgezên wê yên sereke, doza jinê û rola wê di çareseriyê û aramiya Sûriyeyê de û mekanîzmayên avakirina yekîtiya opozîsyona demokratîk a laîk.

Beşdaran teqez kirin û çareseriya siyasî rêya herî dirust e ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê bêyî cûdabûn di komîteya destûrî û xebatên siyasî de mîsoger dike. Her wiha teqezî li ser têkoşîna li hemberî desthilatdariyê û hemû cûreyên tundiyê û girîngiya derxistina hêzên dagirker ji Sûriyeyê kirin.

Beşdarên danûstandinan teqez dikin ku gelê Sûriyeyê xwedî îradeyeke serbixwe ye û mafê xwe ye ku çarenûsa xwe diyar bike. Her wiha bang li rêxistinên navdewletî û saziyên hiqûqî, di serî de Neteweyên Yekbûyî dikin ku erka xwe bi cih bîne û dawî li aloziya Sûriyeyê bînin û aştiyê pêk bînin.

Beşdaran banga avakirina komîteyeke şopandinê kirin. Erka komîteya şopandinê hevdîtinên Sûrî-Sûrî bidomînin, da ku kongreyeke Sûriyeyê ya berfireh were lidarxistin û mijarên civînên demên pêş diyar bike. Di heman demê de pêşniyar hate kirin ku danûstaninên demên pêş pêşketîtir be û mijara destûrî û mekanîzmeya veguhertina demokratîk, her wiha mijara dagirkeran û hebûna leşkerên biyanî werin nîqaşkirin.

Beşdaran teqezî li ser berdewama şerê li hemberî terorê kirin.

Ji bo lihevkirinên bi encam, beşdaran banga diyalogên cidî li nûnerên desthilatdariyê, opozîsyonê û civakê kirin."