Şervanên QSD'ê li Hecînê zêdeyî 100 sivîl rizgar kirin

Şervanên QSD'ê îro bi operasyoneke taybet zêdeyî 100 sivîl li bajarokê Hecînê rizgar kirin.

Li bajarokê Hecînê yê Dêra Zorê, operasyonên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên li dijî çeteyên DAÎŞ'ê dewam dikin. Ji danê vê sibehê ve zêdeyî 100 sivîl ji aliyê şervanên QSD'ê ve hatin rizgarkirin.

Sivîlên bi operasyona taybet a QSD'ê rizgar bûn, gihîştin herêmên rizgarkirî. Piştî alîkariya destpêkê, sivîl li herêmên ewle hatin bicihkirin.

QSD ji 10'ê Îlonê ve ji bo rizgarkirina bajarokê Hecînê yê li bakurê rojhilat ê Çemê Firatê, li dijî çeteyên DAÎŞ'ê operasyonê dikin.