Şehîdên Bagera Cizîrê li Til Temirê spartin axê
Bi hezaran welatiyên herêma Til Temirê cenazeya du şehîdên YPG’ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, li Goristana şehîdan a Til Temirê veşartin.
Bi hezaran welatiyên herêma Til Temirê cenazeya du şehîdên YPG’ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, li Goristana şehîdan a Til Temirê veşartin.
Gel cenazeya şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Mihemed Silêman (Remzî Zêdan) û Ezîz Mihemed (Elaa Til Temir) ên ku di Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de şehîd bûbûn, ji ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê wergirtin. Girseya Gel cenazeyên şehîdan bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana şehîdan a Til Temirê bi rê ketin.
Li goristanê merasîma leşkerî bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir.
Piştre li ser navên Yekîneya Parastina Gel fermendar Serhed Demhat û li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan jî endama meclîsê Hemdiyê Kotî axivîn.
Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan hate xwestin û hate gotin bi saya fedekariyên şehîdan destkeftiyên gelên herêmê hatine parastin.
Li ser navê malbatê jî axaftin hatin kirin û soza rêya şehîdan hate dayîn.
Piştî axaftinan nasnameya şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîdan bi dirûşm û tilîliyên dayikan spartin axê.