Li herêma Cizîrê lehî rabû
Li herêma Cizîrê ya Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber baranê li gelek cihan lehî rabû.
Li herêma Cizîrê ya Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber baranê li gelek cihan lehî rabû.
Ji Înê heta Şemiyê baranê venekir. Ji ber baranê li navçeyên Çelaxa, Til Hemîs û Tirbespiyê lehî rabû.
Gelek mal û dikan di bin avê de man û rêya gelek gundan hate girtin.
Şaredariyên gel ji bo ku gel mexdûr nebin xebatên xwe bênavber didomînin.