Li Amedê êrîşên li ser gerîlayên azadiyê hatin protestokirin

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên tevî biryara fesix û agirbesta PKK’ê wekî “êrîşên ji bo xirakirina pêvajoyê” nirxand û li dijî şer îşaret bi avakirina xeta têkoşînê kir.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bi dirûşmeya “Em li dijî şer aştiyê, li dijî mirinê jiyanê diparêzin” li pêşiya AZC Plaza a li taxa Ofîsê daxuyanî da. Gelek kes tevlî daxuyaniyê bû û dirûşmeya “Ji şer re na, a niha aştî” hate berzkirin. 

Daxuyanî ji aliyê Berdevkê Demê yê Platformê Mehmet Oktay ve hate xwendin. Oktay bi bîr xist ku piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo ku di 27’ê Sibatê de kir, kongreya 12’emîn a PKK’ê hate lidarxistin û destnîşan kir ku tevî vê jî êrîş dewam dikin. 

Oktay êrîşên li ser qadên gerîla  wekî “êrîşên ji bo xirakirina pêvajoyê” nirxand û got: “Êrîşên heyî li dijî mafê hêviyê ye. Ev êrîş careke din nîşan didin ku ev çalakiyên provokatîf ên bi vî rengî bi daxwaza domandina şer a hîn kesan tê kirin.” 

DIVÊ EM LI DIJÎ ŞER XETA TÊKOŞÎNÊ AVA BIKIN 

Oktay bal kişand bi ser şerê Îsraîl û Îranê ku di rojên dawî de diqewime û wiha domand: “Ev şer nîşanî me dide ku divê em xeta têkoşînê ava bikin ku li dijî şer, xizanî û zilmê; wekhevî, azadî û civaka demokratîk diparêze. Li dijî şeran ne pêkan e ku em bi rêyekî din bimeşin.” 

Oktay bang li her kesî kir ku êrîşan şermezar bikin û her wiha bang rayedarên ku pêvajoyê dimeşînin kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.