ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Xaka ku lê jidayik bûyî jê re bû tirsa mezin
Nûrî yê 8 salî ku piştî dewleta Tirk Efrîn dagir kirî demekê neçar ma ku li Efrînê bijî, ji ber tirsa ku jiyayî beriya ku dagirkerî bi dawî bibe dixwaze li Efrînê vegere. -
Li Cerablûsê pêkanînên rewşa awarte
Li Cerablûsê leşker û îstixbareta Tirk piştî nimêja Înê ji bo ku gel çalakiyan pêk neîne derdora hemû mizgeftên li bajêr dorpêç kirin. -
Li Şehbayê teqîn: 3 zarok birîndar bûn
Di teqîna bombeya li Şehbayê de 3 zarokên li Kampa Efrînê birîndar bûn. -
Cenazeyê endamê YCR'ê Mihemed Etiya hate veşartin
Welatiyên Serêkaniyê cenazeyê endamê Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) Feyiz Mihemed Etiya bi li goristana Serêkaniyê veşartin. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Xetîb bi merasîmekê spartin axê
Bi tevlîbûna sedan welatiyên Taxa Şêxmesûd a Helebê û şervanên YPG/YPJ’ ê canazeyê şervanê YPG’ê Mihemed Xetîb (Fedkear Heleb) ê dema li ser erka xwe şehîd bûbû, li Goristana Gundê Nebo spartin axê. -
Cenazeyê El-Rîbah û El-Cerah hatin veşartin
Bi tevlêbûna bi hezaran kesî cenazeyê endamê Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê Şewket El-Rîbah û şervanê QSD‘ê Ebdulrehman El-Cerah bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xidir El-Hemada hatin veşartin. -
Gelê Qamişlo êrîşên Tirk û DYA protesto kirin
Gelê Qamişlo êrîşên dewleta Tirk û biryara DYA ya li ser pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi meşekê protesto kirin. -
Li gundê Ebû Hemamê pêşiya qetlîamekê hate girtin
Yekîneyên Taybet ên Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Dêra Zorê gelek teqemeniyên di dibistana gundê Ebû Hemamê de bêbandor kirin. -
Eşîrên Ereban: Em li gel QSD’ê ne; dewleta Tirk şermezar dikin
Eşîretên Herêma Firatê, da xuyakirin ku QSD’ê destek dikin, wê neyên lîstikên dewleta Tirk a dagirker. -
Li ser rêya El Bisera ya Dêra Zorê teqînek pêk hat
Li ser rêya bajarokê El Bisera ya dikeve rojhilatê Dêra Zorê teqînek mezin pêk hat. -
Gelê Kobanê li dijî dagirkeriyê daketin qadan
Bi hezaran welatiyên Kobanê bi dirûşma ‘Êrîşa li ser Kobanê êrîşa li ser mirovahiyê ye’ li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan. -
Li Reqayê serçeteyek hate girtin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Reqayê serçeteyekî DAÎŞ'ê girtin. Li Dêra Zorê jî cebilxaneyeke vê koma çete dîtin. -
Li Reqayê cenazeyê du şehîdan spartin axê
Welatiyên Reqayê cenazeyê endamên Hêzên Ewlehiya Navxweyî Elî El-Senayîl û Elî El-Cirêb bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a li gundê Hikûmiyê spartin axê. -
Cenazeyê 4 şehîdan li Minbicê bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin
Welatiyên Minbicê cenazeyê endamên Hêzên Ewlehiya Navxweyî Farûq Mehmûd El-Elî, Henî Nasrdîn El-Abdullah, Mihemed Xelêf El-Xelef û Îbrahîm Welîd El-Mistefa bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîdan a Minbicê veşartin. -
Li Dêrikê êrîşên dewleta Tirk û DYA hate protestokirin
Welatiyên Dêrikê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daketin qadan. Di çalakiyê de êrîşên li ser Bakurê Sûriyeyê û biryara DYA’yê ya li dijî rêveberên PKK’ê jî hate şermezarkirin. -
Gelê Serêkaniyê li dijî dagirkeriya Tirk meşiyan
Gelên li Serêkaniyê dijîn êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker protesto kirin. Di çalakiyê de biryara DYA’yê ya li dijî rêveberên PKK’ê jî hate şermezarkirin. -
Balafirên şer ên Sûriyeyê bombe li gundê Kefer Hamrayê barandin
Balafirên şer ên rejîma Sûriyeyê bombe li gundê Kefer Hamra barandin ku di destê çeteyên OSO de ye. -
QSD: Di Bagera Cizîrê de bi dehan terorîstên DAÎŞ'ê hatin kuştin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand, di Pêngava Bagera Cizîrê de derbên giran li çeteyên DAÎŞ'ê hatine xistin. -
PDKS: Kurd bi çavên DYA'yê li meseleyê nanêrin
Endamê Komîteya Navendî ya PDKS'ê Gêlo Îsa nerazîbûn nîşanî biryara DYA'yê ya li dijî kadroyên pêşeng ên PKK'ê da û got, gelê Kurd bi çavê DYA'yê li pêşengên xwe nanêre. -
Li Şehbayê teqîn: 2 jê zarok 3 kes birîndar bûn
Li navçeya Ehres a Şehbayê mayînek teqiya û 2 jê zarok 3 kes birîndar bûn. -
Cenazeyê du şervanên QSD’ê hatin veşartin
Welatiyên bajarokê El-Besîra yê Dêra Zorê cenazeyê şervanên QSD’ê Cemal El-Hindî (Sermend) û Mahêr El-Şinan (Mahêr) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen veşartin. -
Cenazeyê 4 şehîdên QSD û YPG’ê hatin veşartin
Welatiyên Hesekê cenazeyê şervanên YPG’ê El-Besrawî (Timsah) û Fîras Mihemed (Zagros Hesekê) û şervanên QSD’ê Abdulqadir Xidir û Casim El-Ayid (Demhat) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê veşartin. -
4 endamên Hêzên Ewlehiya Navxweyî ya Minbicê şehîd bûn
Hêzên Ewlehiya Navxweyî ya Minbicê ragihand ku di êrîşa 11’ê Mijdarê ya li dijî benda kontrolê de 4 endamên wan şehîd bûne. -
Partiya Lîberal: Gelê Kurd vê biryarê qebûl nake
Endamê Komîteya Partiya Lîberal a Kurdistanê Ferhad Têlo nerazîbûn nîşanî biryara DYA'yê ya li dijî rêveberên PKK'ê da û got, gelê Kurd wê vê yekê ti carî qebûl neke. Têlo bang li DYA'yê kir ji bo ji biryara xwe vegere. -
Cenazeyê du şehîdên azadiyê li Dêrikê hatin veşartin
Welatiyên Dêrikê cenazeyê şervana YPJ’ê Sûltan Bolca û şervanê YPG’ê Erdal Ozdemir bi merasîmekê bi heybet li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin.