Di komxebata Diyaloga Sûriyeyê de, projeyên ji bo Sûriyeyê tên nirxandin

Rûniştina sêyemîn a Komxebata Diyaloga Sûriye ya MSD pêşengtiya wê dike de, bi sernavê ‘Mijara Aboriya Sûriye û projeyên herî baş ên ji bo siberoja Sûriyeyê’ dewam dike.

Rûniştina sêyemîn a Komxebata Diyaloga Sûriye ya MSD pêşengtiya wê dike de, bi sernavê ‘Mijara Aboriya Sûriye û projeyên herî baş ên ji bo siberoja Sûriyeyê’ dewam dike. Di vê rûniştinê de Endamê Tevgera Veguherî ya Demokratîk (Heyet El-Tenîsq) Ziyad Wetfê û ji beşa aboriyê Dixtor Ehmed Yûsif ve nirxandin hatin kirin.

Wetfê got: "Sûriyê piştî şerê cîhanê yê yekemîn li ser berjewendiyên dewletên mêtînger di encamên lihevkirinên Sayks Picot de hatî avakirin de pêk ahtiye. Sûriyê bajarekî gelek netew û bawerî lê hene. Li Sûriyeyê pêvajoya netewa demokratîk a gelan temam nebûye. Ji bo li Bakur û Rojhilatê Sûrieyyê projeyên aborî bi berfirehî pêş bikevin, divê mercên pêwîst ên ewlekariyê bên girtin.”

Ji Zanîngeha Aboriyê Dr. Ehmed Yûsif jî ev tişt got: "Hikûmetên navendî û yên herêmî roleke girîng di aliyê rêveberina aboriyê de dilîzin, lê rola hikûmeta navendî di hin aliyan de sînordar dimîne. Ji ber ku xwezaya wê ya rêveberinê navendî ye. Em dikarin hin xetên giştî yên dibin bingeha giştî di belavbûna desthilatdariya aborî ya navbera hikûmeta navendî û ya herêmî de bibîr bixin. Hêjayî gotinê ye ku di mijara dabeşkirina desthilatdariyê di navbera rêveberiya navendî û rêveberiya xwecihî de, ti nimûneyeke hevbeş a cîhanî tineye. Dibe ku ev desthilatdarî pir nêzî navendê bin, mînaka wê jî model an jî nimûneya Malîzyayê ye. Li Malîzyayê hikûmeta navendaî nêzî ji sedî 80 dahata giştî ji xwe re dibe. Yan jî dibe ku dûrî navendê be, mîna nimûneya Swîsre ya ku hikûmeta navendî tenê ji sedî 35 dahata gitşî ji xwe re dibe.”

Yûsif di axaftina xwe de bal kişand li ser modernîteya aborî ya li gorî sîstema Rêveriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got ji ber ku ev sîstema aborî li vir nû ye rastî gelek astengiyan tê. Lê pêwîste ev astengî bi rêya avakirina sîstmeke guncaw ku berjewendiyên hemû pêkhateyan pêk bîne, were avakirin.

komxebat bi nîqaş û nirxandinan dewam dike.