2 çeteyên dewleta Tirk li Efrînê hatin kuştin
Li gundê Ze'rê yê navçeya Bilbilê ya Efrînê, hêzên YPG/YPJ'ê kemîn danîn ber çeteyên Sûltan Mûrad. Di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin.
Li gundê Ze'rê yê navçeya Bilbilê ya Efrînê, hêzên YPG/YPJ'ê kemîn danîn ber çeteyên Sûltan Mûrad. Di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de çalakiyên şervanên wan ên li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete dewam dikin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Tîmekî me roja 27'ê Mijdarê li gundê Ze'rê yê navçeya Bilbilê kemîn danî ber çeteyên koma bi navê Sûltan Mûrad. Di navbera hêzên me û çeteyan de demeke kin şer derket. Di şer û çalakiyê de 2 çete hatin kuştin."