MLKP: Şehîd ronahiya rêya me ne

MLKP'ê ji bo bîranîna Şehîdên Meha Mijdarê merasîmek li dar xist. Nûnerê MLKP'ê Baran Serhat got, "Ew ronahiya rêya me ne, hêvî û berxwedêriyê me xurt dikin."

MLKP'ê li herêma Cizîrê ya Bakurê Sûriyeyê, ji bo bîranîna Şehîdên Meha Mijdarê merasîmek li dar xist. Bîranîna li Tûgaya Şehîd Alîşer Denîz bi merasîma leşkerî dest pê kir.

Şervanên YPG/YPJ'ê, nûnerên Meclîsa Gel, rêveberiya şaredariyê, endamên Meclîsa Gel a Suryanî, xizmên şehîdan, endamên Tabûra Azadiyê ya Enternasyonal, TKP/ML, RÛÎS, DKP Bîrlîk, MKP, DKP/BOG, Partiya Çep a Kurdistanê, SYPG, TKEP/L, THKP-C/ MLSPB û bi sedan kes tevlî merasîma bîranînê bûn.

Bi navê MLKP/KKO Viyan Îsyan axivî û got, "Li dijî şoreşa me êrîşên giran tên kirin. Ev şoreş bi xwîna şehîdan ava bû. Şehîdên me, di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê û piştevanên wê de rêya me ronî dikin. Li cîhanê felsefeya şoreşê bi xwîna şehîdên me derket holê. Di vê têkoşîna şoreşê de me bi deh hezaran şehîd dan. Bi navê jinên komunîst, em di meha şehîdên Mijdarê de soza geşkirina têkoşînê careke din didin. Em xeta xwe ya azadiya jinê, bi mîratey aşehîdan mezin dikin. Eger em xwedî li şehîdên xwe derkevin, em ê hingî xwedî li welat, azadî û rûmeta xwe derkevin. Hemû şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînim."

Nûnerê MLKPê Baran Serhat hemû şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û diyar kir ku karwanê şehîdên MLKP'ê yê bi Erdal Balci dest pê kir, ji Dersimê heta Zapê di çeperan de mirin têk birin. Nûnerê MLKP'ê got, "Ew pêşengên rêya me ne. Çavkniya me ya hêz û berxwedêriyê mezin kirin."

Di dawiyê de got, "Tevî hemû zext û zordariyê, agirê şoreşê û sosyalîzmê her geş dibe. Ev agirê azadiyê li çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê tirsê dixe nava dilê tarîtiya faşîst. Roj ew roj e ku li dijî faşîzma tarî têkoşîn û çalakiya şoreşgerî mezn bike. Roj roja xurtkirina îradeya şoreşgerî ya yekbûyî ya gelan e."