ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
QSD'ê li Hecînê 1200 sivîl rizgar kir
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li eniya Hecînê ku li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şerekî giran heye, van 24 saetên dawî 1200 sivîl rizgar kirin. -
Chaliand: Li Efrînê paqijiya etnîkê tê kirin
Nivîskar û jeopolîtîkvanê Fransiz Gérard Chaliand li forûma Efrînê got, dewleta Tirk li Efrînê 'îllegal' e û li dijî Kurdan 'paqijiya etnîkî' dike. -
Operasyonên YPG'ê yên li dijî çeteyên Enqereyê, DAÎŞ û MÎT'ê
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) meha Mijdarê li Rojava û Bakurê Sûriyeyê li dijî çeteyên dewleta Tirk herî kêm 41 operasyon û çalakî pêk anîn. Li Efrînê di 9 çalakiyan de 25 dagirker hatin kuştin. -
YPG'ê şaneyên veşarî yên MÎT'ê girtin
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir ku YPG'ê şaneyên veşartî yên ku ji hêla MÎT'a Tirk ve hatine perwerdekirin, girtine. -
Li Qamişloyê teqînek pêk hat -NÛ BÛ
Li ser rêya Kornîşê ya Qamişloyê teqînek pêk hat. -
Êrîşên qirker ên çandî û dîrokî yên dewleta Tirk hatin nîqaşkirin
Di ‘Forûma Paqijiya Etnîkî û Guhertina Demografîk a Efrînê ya Navneteweyî’ ya li bajarê Amûdê yê Qamişlo hate kirin de, li ser qirkirinên çandî û dîrokî yên dewleta Tirk nîqaş hatin kirin. -
Şehîdê QSD’ê El-Xerîb spartin axê
Welatiyên Tebqayê cenazeyê şervanê QSD’ê Sultan El-Xerîb (Zêbaq) bi merasîmekê li Goristana şehîdan a Tebqayê spartin axê. -
Cenazeyê 6 şervanên QSD’ê li Hesekê bi merasîmekê hatin veşartin
Welatiyên Hesekê cenazeyê 6 şervanên QSD’ê ku li Dêra Zorê û herêma Cizîrê şehîd bûbûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê veşartin. -
Cenazeyê şervanên QSD’ê Sîpan û Qendil hatin veşartin
Welatiyên Serêkaniyê cenazeyê şervanên QSD’ê Mihemed Ehmed (Qendîl Serêkaniyê) û Xelîd Bidêwê (Sîpan) bi merasîmekê li goristana şehîdan a Serêkaniyê veşartin. -
YPG: Li Efrînê 11 çeteyên dagirker hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar, hêzên wan li navçeya Cindirês û li navenda Efrînê li dijî dagirkeran 2 çalakî kirine. YPG'ê ragihand, di çalakiyan de 11 çeteyên dagirker hatine kuştin. -
Sûcên şer ên dewleta Tirk di Forûma Efrînê de tên nirxandin!
Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd, tevlî forûma Efrînê bû û derbarê sûcên şer ên dewleta Tirk de ku li herêmên dagirkirî pêk tîne, raporek pêşkêşî beşdarên forûmê kir. -
QSD’ê bi sedan kesên sivîl ji nav destên DAÎŞ’ê rizgar kir
Li eniya Hecînê ya ku şerekî dijwar lê heye bi sedan sivîl hatin rizgarkirin. -
'Heta dewleta Tirk li Efrînê be, metirsî wê li ser her kesî hebe'
Hevseroka TEV-DEM'ê Ceger li dijî dagirkirina Efrînê bang li gelan kir: "Heta ku dewleta Tirk li Efrînê be metirsî wê li ser hemû gelan hebe. Divê gel, siyasetmedar, akademîsyen, rewşenbîr zextê li dewletên xwe bikin ku li ber dagirkeriya Efrînê rabin." -
Franceschi: Divê Efrîn ji me re bibe tecrube
Nivîskarê Fransizî Patrîce Franceschî, di Forûma Efrînê de axivî û got, “Dewleta Tirk, ji ber bêdengiya hêzên navneteweyî êrîşê Eferînê kir lewre ji bo parastina herêmê divê em dersan ji Efrînê derînin.” -
Bîlanço û armanca dagirkeriyê Tirk a li Efrînê hatin eşkerekirin
Berdevka Efrînê Nesrîn Ebdullah di roja duyemîn a Forûma Efrînê de bîlançoya sûcên dewleta Tirk a li Efrîna dagirkirî û herêmên din eşkere kir. -
Li bajarokê Baxozê şer giran e
Li bajarokê Baxozê yê Dêra Zorê, di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAÎŞ'ê de şerekî giran diqewime. -
Forûma Efrînê di roja duyemîn de ye
Forûma Paqijiya Etnîkî û Guhertina Demografîk a li Efrînê ya Navneteweyî, di roja duyemîn de ye. -
Cenazeyê şehîd Lewend li Til Temirê hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD'ê Bedran Şêx Elî (Lewend) ê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû, li navçeya Til Temirê hate veşartin. -
Li Cindirêsê di nava çeteyan de teqîn çêbû
Li nuqteya çeteyên Ehrar El-Şam ya rojhilatê navçeya Cindirêsê ya Efrînê teqîn çêbû. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Hisên hate veşartin
Welatiyên Amûdê cenazeyê şervanê YPG’ê Îbrahîm Hisên (Lorens) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Îsmaîl veşartin. -
Davîd Phîlîps: Tişta ku li Efrînê hatiye kirin sûcê mirovayetiyê ye
Davîd Phîlîps di ‘Forûma Guherîna Demokratîk û Paqijiya Etnîk ya li Efrînê’ de axivî û diyar kir ku dewleta Tirk li Efrînê sûcê mirovayetiyê kiriye. -
Şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê hatin veşartin
7 şervanên QSD'ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn û endamekî Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Reqayê ku şehîd bûbû bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. -
Şahidên Efrînê behsa komkujî û talanê kirin
Ên ku şahidî ji komkujî û talana dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê kirin gotin, bi talanê malê gel dixin, asîmîlasyonek giran heye û dixwazin ku demografiyê biguherînin. -
Hesen Îbrahîm ê YPG'yî şehîd bû
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, şervanê YPG'ê Hesen Îbrahîm li Tirbêsipiyê bi qezayekê şehîd bûye. -
Bernard Koûchner: Divê em li ber dagirkeriya Tirk rabin -NÛ BÛ
Forûma Paqijiya Etnîkî û Guhertina Demokratfîk a li Efrînê ya Navneteweyî, li bajarê Amûdê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê lidarxistin. Wezîrê Karên Derve yê berê yê Fransayê Koûchner got, "Divê em li ber kiryarên dagirkeriya Tirk rabin."